ManşêtNûçe

Rêveberiya Şengalê: Êş û aqûbeta me û yê xelkê Mexmûr yek e

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser hewldanên dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye;

“Li himberî gelê me yê Mexmûrê hewildanên dorpêçê hene, ev hewildan ne ji valahiyekê tên belkû ji bo hin armancên cudatirin. Wek tê zanîn bi dehên salaya gelê me yê Mexmûr ji bo dest ji doza xweya Kurdîtiyê bernede û teslîm dewleta Tirk a faşist nebe xeta koçberiyê hilbijartiye. Di nava 30 salî de rastî hemû core nexweşiya û êrîşa hatine. Heya niha jî ev xelkê Mexmûrê wek koçber mafê wan nehatiye dayîn û herdem bi zextên dewleta Tirk û bi hevkariya PDK’ê di serîde NY’ê û hikumeta Îraqê bi çavekî din li wan meyze dikin û ji hemû mafê xwe yên koçberiyê bê par mane.

Ruxmî ku ev zêdetir ji sê salaye ev wargeh di bin embargoyê de ye û ji ber astengiyên ji aliyê DPK’ê ve li himber hatin û çûna wan gelek kesan jiyana xwe jidest dane. Carek bi tenê jî PDK bi berpirsyartî nêzî wan nebûye. Mixabin Hikumeta Iraqê jî taybet piştî ku Sûdanî buye serokezîr zextên li ser gelên azadîxwaz zêde bûne û dixwazin gel bikin bin kontrola xwe de.

Çawa li Şengalê pêşmergeyên PDK’ê û hikumeta Iraqê terka Şengalê dan, em dinava destê çeteyan de hiştin, ev yek bû sedema qetilkirin, revandin û firotina bi hezaran jin û zarokên vê civakê, heman rev li Mexmûrê jî çêbû. Lê xelkê Mexmûr bi îradeya xwe li himber çeteyan sekinîn û ne tenê wargeh hemû derdora xwe parastin heya ku nekevin destê Çeteyan.

Em dibînin ji aliyê hikumeta Sûdanî ve hemleyek li dijî îradeya gel hatiye despêkirin, ev hemle di niha de li Şengalê û Mexmûr ketiye meriyetê û ji bo gel bikin bin kontrola xwe di nava deg û dolaba de ne. Li Şengalê bi pêkanîna hevpeymana 9’ê Cotmehê û li Mexmûrê jî bi dorpêçkirina wargehê. Ji bo em van pilana têk bibin emê bi hevre di nava tekoşînê de bin û mafê xwe yê parastinê bikar bînin. Îradeya xwe emê bi tu awayî teslîm nekin û em bang li hikumeta Sûdanî dikin, bila dest ji van lîstoka berde û nebe hevkarê dewletên derve. Ji şûna Iraq bi aliyên derekî re lihev bike û êrîşî ser gel bikin, bila were em bi hevre danûstandin bikin û pêşengiyê ji Iraqek demokratîk re bikin.

Binavê gelê Şengalê em berxwedaniya, jin, ciwan, zarok, kal û hemû gelê xwe yê li Mexmûrê silav dikin. Em dibêjin êş û aqûbeta me û xelkê Mexmûr yeke, heya dawî emê bi gelê xwere bin û bi îradeya xwe emê bi serbikevin. Ji bo em bigihin azadiya xwe û hemû pilana têk bibin emê tekoşînek hevpar bidin meşandin û destê xwe bikin destê hev. Li ser vî esasî em bang li tevahiya gelê xwe û dostên wan dikin, îro gel rastî zilmê tê, îro Mexmûr û Şengalin sibe hemû cihên dinin. Pêwîste gelê me bi biryardarî hemû destkeftiyên xwe biparêze û rê nede carek din bikevin bin kontrola tu aliyekî.”

ANHA

Back to top button