BinpêkirinManşêtNûçe

Revandina sivîlan li Girê Spî

Li gorî çavkaniyên ji kantona Girê Spî, duh çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ yên dewleta Tirk a dagirker, bi ser taxa El Mehete ya bajarê Girê Spî de girtiye û 3 welatî revandine; Serdar Ehmed (27), Emar Ehmed (15) û Nûran Ehmed (19).

Çavkaniyan aliyê ku ew welatî revandine, nas nekirin.

Şêniyên li herêmên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dagir kirine, rojane bi sûcên wekî qetilkirin, revandin û hwd re rû bi rû dimînin. Li gorî ajansa ANHA’yê di destpêka vê mehê de belge kiribû ku çeteyan 6 welatî ji bajarokê Eyne El Eros ê Girê Spî revandibûn.

Back to top button