ManşêtNûçe

Raportora taybet a NY`yê serdana herêmên Rêveberiya Xweser kir

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di navbera 16-19`ê Tîrmehê serdana herêmê kir. Ev cara yekemîn e ku rayedareke payebilind a NY`yê serdana herêmê dike.

Daîreyê di daxuyaniya xwe de ku li ser malpera xwe parve kiriye, bi bîr xist ku serdan bi armanca, naskirina şert û mercên girtinê li navendên girtinê, rewşa ciwanan li navendên ji nû ve perwerdekirinê yên ku li kampên Roj û Holê dimînin, dosyaya vegerandina biyaniyan li welatên wan, bû. Li gor daxuyaniyê, di serdanê de ku li avahiya daîreyê bû, şande bi hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd û Semer El Ebdullah, endamê Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm, civiyaye.

Her du aliyên nêrînên xwe der barê geşedanên li qada herêmî û mijarên hevbeş de parve kirin. Şandeyê di 2 rojên piştî civînê de, serdana piraniya herêmên ku xwestibûn bibînin. Rêveberiya Xweser di vî alî de hêsan li pêşiya wê danî û rê dayê ku derbasî navendên girtinê û perwerdekirina ciwanan bibe ku li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku serdan gelek girîng e ku bang li civata navneteweyî dike berpirsyariya xwe li hember şert û mercên navendên girtinê û kampên li herêmê bîne cih. Her wiha destnîşan kir ku ew nikare bi tenê vî barî rake û bang li civata navneteweyî ku hevkar be û çareseriyeke giştî ji pirsgirêka bi hezaran malbatên li kampan dimînin re ku ji zêdetirî 60 welatî ne, peyda bike.

Rêveberiyê di dauxyaniya xwe de got: “Ji bo mafên mexdûran û pêkanîna edaleta civakî û navnetweyî, divê terorîstên biyanî yên di wan navendan de girtî ne û barekî ewlehî, lojistîk li ser Rêveberiya Xweser çêdikin, bên darizandin. Gelek girîng e ku bernameyên perwerdekirina zarokên di şert û mercên tundraw de mezin dibin, werin bi pêşxistin. Divê em balê bikişînin ser wê yekê ku çareseriya giştî, li ser şandina wan çeteyan ava nabe. Ji bo parastina rewşa ewlehiyê û mirovî, divê plan û bername ji bo wan girtiyan, jinan û zarokan bên pêşxistin. Bi awayekî keyfî xistina sûc û berpirsyariyê li ser milê Rêveberiya Xweser ne rast e û ne di cih de ye. Ji ber ku astengiyên li ser asta siyasî, ewlehî, leşkerî û mirovî derdikevin, mezin in ne tenê li ser me lê belê li ser civata navneteweyî jî. Rêveberiya Xweser îtîraf dike ku kêmasî di hin cihan de heye û tevî binesaziya wêranbûyî û derfertên sînordar, hewl dide şert û mercên jiyanî di nav kampan de sererast bike. Di heman de li hember bêdengî civata navneteweyî ruxmî bangewaziyên wê ku rewşa mirovî û ewlehiyê bi pêş bixe û sûcdaran darizîne, xemgîn e.”

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku ew hêvî dike bi rêya vê şandeyê dengê xwe bigihîne civata navneteweyî ji bo ku berpirsyariya xwe li hember vê dozê bîne cih. Her wiha diyar kir ku serdan serkeftî derbas bû û hêvî kir ku hevkarî û karê hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û NY`yê de berdewam bike.

ANHA

Back to top button