ÇalakîManşêtPYD

Qamişlo, civînek bi boneya salvegera damezirandina PYD

Gelek ji endam û alîgirên partiya me ji şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê, bi boneya salvegera damezirandina Partiya Yekîtiya Demokrat PYD civînek li saloza nivîsgeha partiyê li bajar hat li dar xistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê, endamê Partiya Yekîtiya Demokrat Silêman Ebû Bekir axivî, di gotina xwe de salvegera damezirandina partiyê li hemû gel û pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir, îşaret kir ku hêzên hegemonîk hewil dide civakên bindest ava bike û tevahiya şêwazên cuda pêk tîne ji bo vê armancê.

Ebû Bekir lê zêde kir: di sedsala bîstan tevgerek siyasî bi ramaneke nû bi pêşengtiya rêber Apo hat damezirandin, û ev yek hat derketin li ser esasê lêkolînkirina rewşa ku gelê kurd dijî.

Silêman Ebû Bekir li ser destpêka damezirandina Partiya Yekîtiya Demokrat, îşaret kir ku pêşengên partiya me rastî îxanetê hatin, lê zêde kir: rêhevala me Şêlan û çar hevreyên wê şehîd ketin, bi şehadeta wan têkoşîna me bilind bû, û bi destpêka aloziya Sûriyeyê di sala 2011an Partiya Yekîtiya Demokrat di destpêkê de bû, û bû alîkar di rêvebirina şoreşa Rojava.

Di dawiya şahiyê de senevîzyonek hat pêşkêş kirin li ser têkoşîna Partiya Yekîtiya Demokrat PYD.

Back to top button