ManşêtNûçeNûçeyên LezgînPYD

PYD Swîsre Konferansa xwe ya Şeşemîn li Dardixe

Bi drûşma ” Bi germahiya Şoreşa 19 Tîrmehê emê Sûriyek Demokratik Avabikin ” û bi amadebûna bi dehan Endamên Partiya Yekêtiya Demokratîk PYD li Swîssre konferansa xwe ya Şeşemîn li dardixe.

Rêxistina PYD li welatê Swîssre, îro di heman deman bîranîna Şoreşa 19 Tîrmenê de Konferansa xwe ya Salane encam dide. Bi yekkirina roja Konferans û Roja despêka şoreşa Azadaiya Rojavayê Kurdistanê kû çirûska wê ya Azadiyê li bajarê Berxwedan û Rometê Kobanê hate despêkirin mebesdar bû. Weha bi vê coşê civaka Konferans dixweze kû bi biryardariyekî konferansa bi encam bidin.

Konferans bi xulekekî rêzdarî li ser giyanê Şehîdan hate rawestandin. Piştre Dîwanek ji sê Kesan heval Sîpan, Ronak Osu û Abdulselam Mustefa hate hilbijartin.  Dîwanê tewerên Konferans destnîşan kir û li gorî wê rojevên Siyasî, Rêxistinî, Civakî, Jin, Ciwan, Maliye û Hilbijartin desnîşankirin. Di van teweran de konferans bi şîrovekirina Rewşa Siyasî hate meşandin.

Wekî din çend mêhvan ji Rêxistinên kurdistanî yên li Swîsre beşdar bûn. Ji wan Alî Şîmşek Hevserokê CDK-Swîsre beşdarî şîroveyê rewşa Siyasî bûn. Herweha nûnerê Partiya Yekêtiya Demokrat PYD li Ewropa Abdulselam Mustefa nirxandinên Rewşa Siyasî bi berferehî şîrove kir.

Ev Civîna Konferansa Salane ya Rêxistina PYD li Swîsre li Bajarê Zûrîx heta encamdan û di dawî de, Kordîneyek ji 5 kesan û rêvebirên herêman hatin ji aliyê delegeyên Konferansê ve hatin hilbijartin û li tevahî hevalên kû hatin pêşniyar kirin amadekariyên xwe ji bo pêşvebirina erk û xebatên xwe dane diyar kirin û li pêşberî hevalan soza xwe dan û sûnda rêvebirina vê tekoşînê xwarin.

Bi mebesta pîrozkirina Şoreşa 19 Tîrmehê û serkefina Konferansê hozan Kawa Ormiye li gel peyama xwe bi çend Sitran ji dengê xwe yê çiyayî pêşkêşî hevalên  hazir kir û Konferans.

 

 

 

 

Back to top button