DaxuyanîManşêtNûçeyên LezgînPYD

PYD: Qurbaniyên Komkujiya Ermeniyan bi bîr anîn

Îro 24`ê Nîsanê anku salvegera 104’an a qirkirina komî ya gelên Ermen, Suryan û Aşûrî ye ku di sala 1915’an de dest pê kir. Li Stenbolê kesayetên Ermen hatin dalqandin, bi wê yekê re dest bi meşa koçkirin, kuştin û destdirêjiyê ya dewleta Osmaniyan bû.

Der barê mijarê de, îro meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û komkujî şermezar kir, meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew ê di rêya biratiya gelan û felsefeya neteweya demokratîk de bimeşin û rê li pêşiya ramanên radîkal bigirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di navbera berê û niha de, hîna çanda xwîrêjiyê didome û cîhanê bi karê qirêjî ku mêjiyê mirovahiyê qebûl nake, ditirsîne. Di salvegera 104’an a qirkirina komî ya gelên Ermen, Suryan û Aşûrî, careke din bîranîna wê û şermezarkirina wan komkujiyan bi daliqandina kesayetên Ermen li Stenbolê, bi wê re meşa koçkirin, kuştin û destdirêjiyê dest pê kir. Sûcên dewleta Osmaniyan der heqê birayên me de, terorî bûn û sûcê dewletê der heqê gelê wê yê sereke bi pêkhateyên din re bû.

Ev komkujiyên der heqê birayên me, de birîneke ku nakewe, dewleta Tirk ku bingeha wê dewleta Osmaniyan e, naxwaze itîrafê bi komkujiyê bike, ev karekî bê exlaqî ye û ne nû ye li ser dewletê ku heta niha karên bêexlaqî der heqê gelên ku li ser axa wê dijî de dike.

Di şermezarkirina van komkujiyan de em dibînin ku ji erka her kesî ye ku sînorekî ji hişmendiya terorê û kesên wê xwedî dikin re bê danîn. Bi hevgirtina gelan û bi felsefeya neteweya demokratîk em dikaribûn bibin yek û li pêşiya terorê û kesên wê xwedî dikin, bisekinin.

Tiştê ku bi birayên me Ermen, Sryan û Aşûrî û yên di din ji komkujî û qirkirinan de hat, hîna der heqê Kurdan de heta roja me ya îro didome, li Bakurê Kurdistanê siyaseta înkarkirinê didome, li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê Efrîn hate dagirkirin, heta niha jî Erdogan gefan li herêmên me dixwe. Em di PYD`ê de dibînin ku hevgirtina hikumeta AKP`ê û Partiya Tevgera Neteweyî siyaseta Osmaniyan li dijî gelan bi kar tînin, destwerdana wê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de her wiha parçekirina xaka Sûriyê mîna Bab, Cerablus, Ezaz û Efrînê û guhertina demografîk li wan herêman dike, her wiha lêkirina dîwar di navbera Efrîn û herêmên Şehbayê da ku wê ji Sûriyê qut bike, bi kiryarên xwe hişmendiya Jenosîdê derheqê gelên herêmê îsbat dike.

Di vê salvegera trajedî, em soza şopandina rêya biratiya gelan û felsefeya neteweya demokratîk nû dikin, em ê rê li pêşiya ramanên radîkal bigirin.”

Back to top button