ManşêtNûçe

Platforma çalakiyên hevpar: Ji bo jinan û mirovahiyê em serketineke mezin bi dest bixin

Platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijarê li Yarîgeha Şehîdên 12`ê Adarê daxuyaniyek da. Nêzî sed nûnerên sazî, tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Bernameya çalakiyan di bin dirûşma “Li hemberî her cure tundiya dewlet û zihniyeta mêr… Jin, Jiyan, Azadî” de ye.

Daxuyanî bi zimanên kurdî, erebî û suryanî ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo, endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Necla Temo û hevseroka Yekitiya Ciwnên Pêşverû yên Suryan Mêriyana Îsa ve, hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê, em hemû jinên ku beriya 5 hezar sal di dîroka baviksalarî de, ji ber tundiya mêran jiyana xwe ji dest dane, di serî de xwişkên Mîrabal ên ku dema li dijî dîktatoriya faşîst a li Komara Domînîk rawestiyan bi awayekî hovane hatin qetilkirin, bi bîr tînin.

Em tekez dikin ku şervanên jin ew stêrkên ku rêya me ronî dikin, bi (Rosa Luxemburg, Sakîne Cansîz, Jîna Emînî, Nagîhan Akarsel, Jiyan Tolhildan, Zeyneb Sarûxan, Hind û Seida, Hana Al-Saqir, Delal Nurhak, Roken Jiyan) dest pê dikin.

Bi boneya salvegera têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, em redkirina xwe ya pêkanînên tundiyê li ser jinan li her derê û her demê nû û dubare dikin. Di nava yazdeh salan de û bi destpêkirina şoreşa jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, karîbû xwe birêxistin bikin û refên xwe bikin yek, ta ku bûn mînakên pêşeng ên ruhê berxwedan û têkoşînê li pêşberî hemû cîhanê, ku bibe helkeftek bi dengekî bilind qêrîna xwe li hemberî rêjîmên desthilat û zîhniyeta desthilatdar a mêr, bilind bikin yê ku hewl dide îradeya jin bişkîne û hebûna wê di dîrokê de ji holê rake.

Ji ber ku Modernîteya kapîtalîst li piraniya welatên cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn (Sûriye, Afganîstan, Iraq, Lîbya û Yemen) ji bo parastina berjewendiyên xwe, ji bo tepisandina jin û civakê û afirandina kaos û qeyranan dixebite. Her çiqas pergala baviksalarî ji berê hovtir be jî, lê belê em weke jin ji her demê bêhtir bi hêz, bi biryar, bi îrade, bi deng, bi hejmareke pirtir di azadiyê de ji her demê zêdetir bi israr in. Berdewamkirina êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ku bi rêbazên curbecur dixwaze îradeya jin bişkîne û azadiya wê têk bibe, bi rêya teşhîrkirina laşê wê, revandin û kuştina wê bi rêbazên herî hovane û neexlaqî li herêmên dagirkirî yên Sûriyê bi taybetî li (Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz, Serêkaniyê, Girê Spî), tevahiya van tawan û binpêkirinên li dijî jinê, şîdeteke bêsînor e. Hîn jî jin bi hinceta namûsê tê kûştin, destavêtin û hemû mafên wê tên binpêkirin û dibe qurbana adet û kevneşopiyên ku zihniyeta mêr di kûrahiya civakên me de daye rûnişkandin, her wiha şerê zihniyta desthilatdariya mêr a li dijî vîna jina azad a azadî û edaletê dixwaze.

Em di platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, van binpêkirinên li dijî jinan ku weke sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî jinên sivîl û siyasî pêk tên red dikin. Em tekez dikin ku em ê bi biryardarî, têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin û êdî dem hatiye û dibe ku şert û mercên îro ji her demê zêdetir guncavtir bin ku em vê sedsalê veguherînin serdema azadiya jin û em peyama xwe ya mirovahî û siyasî digihînin hemû jinên cîhanê li li ser rûyê erdê. Ji bo yekkirina hewldan û enerjiya me û bi yekrêziya refên me, ji bo piştgiriya doza me li her deverên cîhanê, Li hemberî her cure tundî, çewisandin, dagirkerî û qirkirinê asta têkoşîna xwe bilind bikin. Îro jî divê em van qadên dîrokî veguherînin têkoşîneke hevpar, bi hêza berxwedan û rêxistinbûyînê re ji bo jin û tevahî mirovahiyê serketineke mezin bi dest bixin. Li ser vê yekê em di 12`ê Mijdara 2022’an de bi dirûşmeya “Li hemberî her cure tundiya dewletê û zihniyeta mêr… Jin, Jiyan, Azadî” dest bi kampanyaya xwe dikin.”

Li gorî daxuyaniyê, bernameya çalakiyan wiha ye:

-Semînerên taybet li ser girîngiya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê dê werin dayîn.

-Dîdar û gotûbêj li ser asta herêmî, Rojhilata Navîn û li ser malperên tora civakî bên lidarxistin.

-Bi boneya 25’ê mijdarê dê mîtîngên girseyî bên lidarxistin.

-Tevger û rêxistinên jinan li gorî bernameyên xwe yên taybet çalakiyên cuda li dar dixin.

-Ji 14 heta 17`ê Mijdarê dê li ser asta gund, navçe û bajaran semîner ji civakê re bên dayîn.

-Ji 18 heta 20`ê Mijdarê dê semîner ji mêran re bên dayîn.

-Ji 22 heta 23`ê Mijdarê dê meşên navçeyan û meşên mêran bên lidarxistin.

-24`ê Mijdarê bi rêya Zoom, bi zmanê înglîzî dê panel li ser asta cîhanê bê lidarxistin.

-25`ê Mijdarê dê mîtîngên girseyî li ser asta kantonan, di nav de her sazî, rêxistin bi dirûşm û rengên xwe bên lidarxistin.

ANHA

Back to top button