ManşêtNûçe

Planên dewleta Tirk ji bo guhertina demografiya Efrînê berdewam e

Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê, Meclisa Xwecih a Efrînê” ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker, bi sedan kon li aliyê rojava yê navenda bajarê Efrînê danîne.

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin ev kon bi hinceta bicihkirina mexdûrên erdhejê hatine danîn, lê di rastiyê de ji bo avakirina mêtingehan in.

Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çêbû bandor li gelek deverên Sûriyeyê jî kir. Navçeya Cindirêsê ya Efrînê herî zêde zirar ji ber erdhejê dît û wek herêmeke wêranbûyî hat ragihandin.

Dewleta Tirk a dagirekr sûdê ji karesata erdhejê digire da ku guhertina demografiyê bilezîne.

Çavkaniyan diyar kiribû ku dewleta Tirk a dagirker li derdora Cindirêsê û navenda Efrînê kampan ava dike da ku navçeyê ji niştecihên wê vala bike û kesên biyanî li şûna wan bi cih bike.

Her wiha çavkaniyan gotibû meclisa girêdayî dagirkeran, li gundê Qeretepe yê Şêrayê wek qonaxa pêşîn, 170 kon danîne.

Hinek komele û rêxistinên ku di bin navê xêrxwaziyê de kar dikin, destekê didin plana dewleta Tirk a dagirker a guhertina demgorafiyê.

Di 12ʹê Adarê de çavkaniyekî ji ajansa ANHA’yê re diyar kiribû ku Komeleya “Eyş Bî Kerama” ya Îxwanî ya Filistînê bi hevkariya komeleyeke Tirkiyeyê li gundê Maratê yê 6 km dikeve rojavayê navenda Efrînê, mêtingeheke nû ava dike.

Back to top button