DaxuyanîManşêt

Peyama pîrozbahiyê bi boneya cejna Noelê

Bi boneya hatina rojabûyîna Îsa Mesîh, û cejnên sersala nû, em tevahiya pêkhateyên Xiristiyan li Sûriyê û cîhanê, her wiha tevahiya gel û pêkhateyên Sûriyê pîroz dikin.

Bi hatina vê boneyê banga me ji bo hemû gel û pêkhateyên Sûriyê ku parastina yekîtiya xwe ya niştimanî bikin, û xurtkirina jiyana hevbeş, her wiha em bang li tevahiya hêzên niştimanî, partî, rêxistin û kesayetên navdar dikin ku yek ref bisekinin, û koordînekirina xebatên ji bo piştgirîkirina têkoşîna hemû hêzên xêrxwaz û aştiyê dixwazin, yên di nava hewildanan de ne ji bo avakirina civaka Sûriya tê de ruhê demokrasiyê hebe, û ji bo bidestxistin û misogerkirina edalet û azadiyê ji tevahiya gel û pêkateyên Sûriyê xebatan bike.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD bi hatina vê boneyê destnîşan dikin li ser giringiya jiyana hevbeş û lêborîna olî di navbera hemû pêkhateyên gelê me de, hêvî dikin ku cejnên noelê û sersala nû destpêka qûnaxeke nû be, her wiha bibe cejnên ewlehî û xêrê ji tevahiya gelên me yê Sûrî bi tevahiya mezhebên olî û neteweyî û her sal û tevahiya gel û pêkhateyên Sûriyê bi xêr û xweşî be

Back to top button