ÇalakîManşêt

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Ewropayê civîne xwe ya salane li darxist

Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Almanyayê, roja yekşemê 14.05.2023 an civîna xwe a salane ya berfireh li qada Berlînê lidaxist û di civînê de hemû endamên partiyê li Berlînê û hin alîgirên wê beşdar bûn

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê  li ser ruhê cangoriyên azadiyê dest pê kir, civîn bi gotûbêjkirina rojevê hat despêkirin û balkişand li ser pêşketinên siyasî li cîhanê bi giştî û Rojhilata Navîn bi taybetî û geşedanên navdewletî. Peymanên di sedsaliya nû de piştî bidawîhatina nexşerêya Sykes-Pigo û giringiya rola kurdan di qonaxa nû de jî hat gotûbêjkirin, giringiya pêwendiyên stratejîk û pêwîstiya kurdan bi pêşxistina peywendiyên dîplomatîk di qonaxa nû de. Di civînê de tekezî li ser yekitiya Kurdan jî hate kirin

Paşê rapora salane ya xebatên partiyê hate xwendin û çawe kar were pêşxistin li gorî nexşeye rêxistinî ya partiyê û têkoşîna avakirina rêxistineke bihêz li Ewropayê ji bo parastina civakê ji kapîtalîzmê hate nîqaşkirin. Her wiha hevalan tekezî li ser xurtkirina peywendiyên civakî di navbera civaka Kurd li Berlînê û zêdekirina endamên partiyê ,bi taybetî ciwan û jin, ji ber rola xwe ya pêşeng û esasî di têkoşîna partiyê de heye.

Civîn bi girtina gelek biryar û plansaziyan bi dawî bû.

Back to top button