ÇalakîManşêtPYD

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beşdarî bîranîna şehîdên li Reqayê dibe

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD duh di dîroka 2023-5-16 roja sêşemê tevlî merasîmê bîranîna şehîdan bû, li gel tevlîbûna bi sedan ji şêniyên bajarê Reqa, saziyên sivîl û partiyên siyasî , merasîm ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan li gorîstana El-Hikumiye bakurê Reqa hat li dar xistin, di merasîman de bi navê Meclisa Reqa ya leşkerî Ehmed Mustefa axivî û got: Emê şopa xeta şehîdan berdewam bikin heta pêkanîna serkeftinê.

Bi navê Meclisa Reqa ya sivîl Cîhad Hesen axivî û got: Îro em şehîdên Gulan û Puşper bibîrtînin şehîdên ku li dijî terorîstan û faşîzimê şer kirin ji bo pêkanîna azadî, edalet, û belavkirina aştî û demokrasiyê.

Back to top button