
Di 21.11.2023`an de bi boneya salvegera tundiya li dijî jinê bi amadebûna bi dehan rêveber, nûner û endamên sazî, meclis û komînên navçeya Girkê Legê, Partiya Yekîtiya Demokratîk li navçeya Girkê Legê li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan semînerek da.
Hevseroka partiyê ya navçeyê rêheval Eyhan ji bo giyanê şehîdan deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre rêheval Zozan axaftinek kir.
Di axaftinê de li ser şîdeta ku jin di dîrokê de heta roja me ya îro rastî tundiyê tê.
Têkoşîna ku jinan daye destpêkirin û tevgerên şoreşgerî yên di civakan de ji bo ji desthilatdariya mêr rizgar bibe û azadiya xwe bi dest bixe.
Her wiha amaje bi rola jinê ya di dîrokê de di hemû waran de kir û mil bi mil bi mêran re di hemû astên civakî, siyasî, leşkerî û rêxistinî de xebitî anî ziman.
Di dawî de hişyarkirina jinê ji bo ku li ber xwe bide û mafê xwe bixwaze û teslîmkariyê qebûl neke kir.