
Di çarçoveya rêzeserdanên ku Partiya Yekîtiya Demokratîk ji bo partiyên siyasî û rûspiyên eşîran dike, îro Pêncşemê, şandeke partiya me serdana Senatoya bajarê Minbicê kir.
Şandeya Partiya me ji Mehmûd Cemo, Rîm Derwîş, Îsmaîl Elo, û Bêrîvan endamên Partiya Yekîtiya Demokrat ya bajarê Minbicê pêk hat.
Şêxê eşîra Benî Esîd Sadiq El-Esîdî nûnerê ji rûsipyên eşîran di Lujneya Senatoyê, Şêx Bewînî Îsmaîl El-Ebadî û Şêx El-Cêsat Ebû Camsim pêşwaziya şandeyê kirin.
Di serdanê de nîqaş li ser geşdanên siyasî li ser qada Sûriyê hate kirin.
Îşaret kirin li ser mekenîzmeya kar di şert û mercên heyî.
Di dawiya serdanê her du aliyan tekezî li ser berfirehkirina serdanan û zêdekirina hevsengiyê û alîkarê di avbera hev de kirin.