DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD a Libnan 6 emîn salvegera destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrîn, û bi boneya 10emîn salvegera Ragihandina Rêveberya xweser a herêma Cizîrê daxwiyanîyek da.

daxuyanî wiha bû

20’ê Çileya sala 2018’an de Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wî bi alikariya hêzên navneteweyî rê li beranberê Efrîn ê êrişê dagirkerî despêkir.Bı bêdengiya dewletên,wekî Ewropa û Amerîka;bi hevpêymana Rêjîma Sûriyê,Rûsya û Tirk û hêzên heremê Dewleta Tirk û çeteyên girêdayê wî êrişê dagirkerî 20′ ê Çile 2018’an de despêkir 18’ê Adarê Efrîn hat dagirkirin.

Gelê Efrîn ‘ê bi vîna xwe û bi hêza xwe ya cewherî 58 Roj beranberê Dewleta Tirk a dagirker berxwedaniya bêhempa,têkoşîneke bi rûmet axa xwe parast.Bexwedaniya gelê Efrîn’ê di rûpela dîroka sedsalî de beranberê hêza duyemîna NATO siyasetê dijberên şoreşa Rojava têk bir.

Şoreşa Rojava ye ku di sala 2011’an de,despêka şere Sûriye de wekî xeta seyêmîn bû Parêzvan siyaseta civaka azad.Ji parastinê heta siyaseta neteweyî ya demokratîk,ji ziman heta çand û civakê bi paradîgmaya demokratîk û azadiya jin modeleke jiyana hevbeş avakir di hemî alîgerên hêzên dewletên hegemonîk de rastî êrişan hat.

6 ‘ê Çile di sala 2013’an de Rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê yekemîn hevpêymana civakî ragihand.
21’ê Çile di sala 2014’an de li Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya xweserya demokratîk hat ragihandin.
21’ê Çile heman derman de Dewleta Tirk a dagirker,ceteyên girêdayê wî û rejima Sûriye civînên Cinêvê rê ve birin.Dijberên Şoresa Rojava bi civînên Cinêv û biştre bicivînên Astana dixwestin gelê Rojava derveye pêvajoyê bihêhêlin.
Bê guman bi ragihandina Rêveberiya xweserya demokratîk re vîn û berxwedana gelê Rojava siyaset û hijmendiya hêzên dijber têk bir.Li Rojava ,14’ê Çile di 2014’an de biştê ragihandina Rêveberiya xweserya demokratîk;li Rojava yê Kurdistanê ,di 29’ê Çile di 2014’an de seyemîn kantona li Efrînê hat ragihandin.Bê guman bi ragihandina Rêveberiya xweserya demokratîk re gelê Rojava derbasî pêvajoyeke nû ya têkoşinê bû.

Bi armanca têkbirina vîna gelê Kurd û şoresa Rojava seride Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wî,bi alikariya hêzên navneteweyî êrişî Efrînê kir.Efrîn bi erdnigariya xwe stratejîk’e û mirêka Kurdistanê ye.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wî biştî dagirkirina Efrîn ê suc dijî sivîlan kirin.
Di 6 salên dagirkirina Efrîn ê de sedan mirovên sivîl hatin kuştin,zêdetirê 9 hezar mirov hatin revandin.
Mafê Jin,zarok û tevahî mirovahî hatiye binpêhkirin.Zêdetirê 3 mîlyon darên berhemdar,hatin birandin û hatine şewitandin,Cih û şûnwarên dîrokî hatine wêran kirin.

Em li vir bang raya giştî,saziyên navneteweyî dikin dakû hember sûcen Dewleta Tirk û çeteyên girêdayê wî bêdeng nemînin.

Back to top button