
Îro Partiya Yekîtiya Demokrat PYD forumek Sûrî ji bo komploya navdewletî ya li ser rêber Abdullah Ocelan ya 15 Sibatê sedem, armanc û riyên li hembera sekinandin û pêkanîna azadiya fîzîkî ys rêbertî; li havîngeha bajarê Hesekê li dar xist.
Akedemîsyen, siyasetmedar û kesaytên civaka Sûrî tevlî komxedbatê bûn.
Bi amadebûna hevserokatiya hevbeş ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Asiya Abdullah û Salih Muslim.
Di destpêkê de bi xêrhatina beşdaran hate kirin ji hêla hevseroka nivîsgeha rêxistinî Perwîn Yûsif û hevsrokê nivîsgeha raghandinê di partiyê de Sîhanok Dîbo û giringiya li dar xistina vê komxebatê ji bo tevahiya gelên herêmê zelal kirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, senevîzyonek li ser çawaniya dîlgirtina rêbertî û berxwedana wî di zindana Îmraliyê de hat pêşkêş kirin.
Hêjayî gotinê ku komxebat wê li ser du mijaran bisekinin, ya yekemîn di bin navê “sedem û armancên herêmî û navdewletî ya komployê”, û ya duyemîn” riyên rûbrûbûna komployê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêbertî”.