ManşêtNûçe

 Partiya Komunîst a Fransayê ji bo Kurdan banga çalakiyan kir

Alîkarê Berpirsyarê Sektora Navneteweyî yê ji Rojhilata Navîn û Magrebê yê Partiya Komunîst a Fransayê Pascal Torre bi navê “Li dijî dagirkeriya Tirk em Kurdistanê biparêzin” daxuyaniyek da.

GELEK ARMANCÊN ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ HENE

Di daxuyaniyê de ku li malpera PCF hate weşandin, hate ragihandin ku gelek armancên êrişên dagirkeriyê yên nû yên dewleta Tirk hene.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Temamkirina dagirkirina xeta sînor a bi kûrahiya 30 kîlometreyî, qewirandina nifûsa Kurdan û Yekîneyên Parastina Gel (YPG), mîna kantona Efrînê avakirina ‘cîhadistanê’ li herêmê. Di navenda vê herêmê de jî bajarê Kobanê heye, ku yekîneyên Partiya Karker a Kurdistanê (PKK) û YPG’ê rêxistina DAÎŞ’ê ku Tirkiye ya Erdogan piştgiriya wê dikir, têk bir.”

‘TÎRANÊ ENQEREYÊ DIXWAZE PÊVAJOYA ŞOREŞGERÎ BIŞIKÎNE’

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Tîranê Enqereyê dixwaze pêvajoya şoreşgerî ya li Rojava jî bişikîne. Li vê herêma xweser a Sûriyeyê hindikahiyên çandî hemû, tevlî avakirina civakeke aştiyane, femînîst û ekolojîk dibin. Herî dawî Erdogan bi rengekî kevneşop ji ber kêmbûna ji ber krîza aborî, enflasyonê hewl dide hesta neteweperestiyê ya hilbijêran xurt bike. Li gel vê yekê polîtîkaya zextê li hemberî hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê bi taybetî jî li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan dewam dike.

Erdogan di wê baweriyê de ye ku rewşa navneteweyî ji bo wî guncaw e. Pêwîstiyê pê nabîne ku destûrê ji V. Pûtîn werbigire ku bi hilweşandina Ûkraynayê re bi tenê maye. Piştî ku koçber weke şantajê bi kar anî, gef xwar ku endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATO’yê veto bike. Zane ku bi vî rengî wê ji bêdengiya hêzên Rojavayî bazariyê bike.

KURD NÛNERÊN AŞTÎ Û EDALETÊ NE

Ev hovîtiya dewleta Tirk bi durûtiya eşîra Barzaniyên feodal, li Kurdistana Iraqê jî tê bicihkirin. Şengal û herêmên ku şervanên PKK’ê lê ne bi mehan bênavber têne bombekirin. Ji ber ku serweriya dewleta Iraqê tê têkbirin, li gel protestoyên fermî leşkerên Tirk li gel êşkencekarên cîhadîst tundiyê li xelkê sivîl dikin.

Kurdan di têkoşîna dijî tarîtiyê de û ji bo parastina azadiya demokratîk berdêlên giran dan û didin. Ew nûnerên aştî û edaletê ne.

BANGA JI BO TEVLÎBÛNA LI MEŞAN

Pêwîstiya Kurdan bi piştevaniya navneteweyî heye. Komunîst bi wan re ne û ji bo piştgiriya bi Kurdan re bang dike ku 11’ê Hezîrana 2022’an roja Şemiyê li her devera Fransayê çalakiyan lidar bixin.

Di daxuyaniyê de li ser meşan ev agahî hatin dayin:

Paris, 14.00
Place de la République

Marsilya, 14.00
Réformé Canebière

Montpelier, 19.00
Parc Payreu

Toulouse, 14.00
Gare Matabiau

Bordeaux, 14.00
Grand Théâtre.

ANF

Back to top button