ManşêtNûçe

Partiya Keskan a Ewropayê bang kir: Gelê Kurd biparêzin

Partiya Keskan a Ekolojiyê ya Ewropayê (EELV) têkildarî êrîşên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Tirkiye êrîşî Rojava dike ku herêmeke xweser a li Sûriyeyê ye û êrîşî Bakurê Iraqê dike. Êrîş li ser şêniyên Efrînê yên ji ber dagirkeriyê neçar man koçî Şehbayê bikin, li ser Kobanê, Dêrik Dahir al Arab û çiyayên Qendîl û Asosê yên li Bakurê Iraqê hatin kirin. Di van êrîşan de li Bakurê Sûriyeyê bombe li cih û warê sivîlan, li nexweşxane, dibistan û embarên genim tê barandin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Rejîma Erdogan êrîşa hovane ya li navenda Stenbolê ya 13’ê Mijdarê ji xwe re kir hincet, ku bêyî delîlek hebe yekser Kurd pê sûcdar kir û ev êrîş bi kar anî. Kurdan ev êrîş red kirin û bi tundî şermezar kirin.

Lewma em êrîşa li Taksîmê şermezar dikin û bang dikin ku ji bo peydakirina kujeran lêpirsîneke bêalî bê meşandin.

Bi navê EELV’ê em van êrîşên bêbingeh ku sivîlan qetil dike, êrîşên li ser vê herêmê bi tundî şermezar dikin, ku vê herêmê derba giran li DAÎŞ’ê xist.

Em pêwîstiyê pê dibînin ku bi bîr bixînin, di têkoşîna dijî barbariya Dewleta Îslamê de yên li refên herî pêş cih girtin Kurd bûn.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi navê Partiya Keskan a Ekolojiyê ya Ewropayê, em bang li Yekîtiya Ewropayê û civaka navneteweyî dikin ku êrîşên Tirkiyeyê û Îranê şermezar bikin, gelê Kurd ê li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê biparêzin.”

ANF

Back to top button