ManşêtNûçe

Parlementerên Îraqê: Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin yek

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Parlamenterên Iraqê bang li hemû hêzên siyasî û nîştimanî yên Başûrê Kurdistan û Iraqê kirin da ku dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Iraqê bibin yek.

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser xaka Iraqê û başûrê Kurdistanê zêdetir dibin.

Parlamenterên Iraqê dan zanîn ku dewleta Tirk dixwaze weke Sûrî, Iraqê jî dagir bike û bang li hikumetê kirin ku bi erkê xwe rabe.

Parlamenterê Iraqê Nueym Ebudî yê ser bi Hevpeymana Fetih bi daxuyaniyek ragihand ku dewleta Tirk bi awayekî eşkere Iraqê dagir dike.

Ebudî bang li hemû hêzên siyasî û nîştimanî yên Iraqê kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin yek û got: “Serwerî û yekîtîya xaka Iraqê xeta meya sor e. Divê hikûmeta Iraqê li dijî dagirkeriya Tirkiyê helwesta xwe nîşan bide.”

Parlamenterên Iraqê: Divê hikûmeta Iraqê li hember dagirkeriyê bêdeng nemîne

Endamê lijneya asayîş û parastinê ya parlamentoya Iraqê Katîe Rîkabî jî li ser heman mijarê axivî.

Rîkabî niyeta dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê eşkere kir û bêdengiya Hikumeta Iraqê ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir. Rîkabî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Iraqê wek xeterî pênasekir û wiha got: “Enqere dixwaze dîroka xwe ya berê vegerîne û Musilê dagir bike.

Tirkiye dizane rewşa sînorên Iraqê, ji sînorê Suriyê cûdatire. Ji ber ku xewna wan ya li Iraqê, ji aliyê navxweyî û derve ve nehatîye qebûlkirin. Bêdengiya hikumetê ya li dijî dagirkeriyê jî cihê rexnê ye.”

Duh jî serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, têkildarî destwerdan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Iraqê hişyarî da û ragihand, Tirkiye dixwaze mîna Suriyê, li Iraqê jî deverek leşkerî ji xwere ava bike.

Amirî bang li hemû hêzên Iraqê û hikûmetê kir ku ji bo parastina serweriya Iraqê helwestek yekgirtî li dijî êrîşên Tirkiyê nîşan bidin.

Back to top button