ManşêtNûçe

Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê da

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Her wiha parêzeran ji bo dîtina Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ku li Îmraliyê têne ragirtin jî serî li dozgeriyê û gerînendetiyê da.

Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye û nêzî 3 salan e tu agahî jê nayên wergirtin.

ANHA

Back to top button