Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê, li bajarê Silêmaniyê, bi boneya salvegera 19’emîn damezrandina PYD’ê, bi amadebûna bi sedan ji gelê Kurd û malbatên şehîdan şahiyek girseyî lidar xist.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û piştre endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat û nûnerê partiyê li Herêma Kurdistanê Dr.Çawîdan Kemal gotarek pêşkêş kir. “Em vê rojê li malbatên şehîdan û rêber Ocalan pîroz dikin û soz didin gelê xwe ku li ser şopa şehîdan bimeşin.
Û îşart bi wê yekê jî kir ku Partiya Yekîtiya Demokrat ji bo bidestxistina sîstemeke konfederal û demokratîk û avakirina civakeke azad û demokratîk têdikoşe û ji ber ku PYD ji nava civakê derketiye, berjewendiyên civakê ji bo têkoşîna xwe esas digire.
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk û berpirsa nivîgeha rêxistinî ya partiyê li Başûr jî axivî û pîrozbahiya vê rojî li tevahiya gelê Kurdistanê û gelên azad kir û soza şopandina rêya şehîdan heta ku azadî pêk were da, herwiha Fîlmek li ser têkoşîn û çalakiyên PYD’ê ji roja damezrandina wê ve hate nîşandan.
Şahî bi lidarxistina xlekên debkê li ber stranên şoreşgerî û gelêrî bi dawî bû.