ManşêtNûçe

Nûnertiya PYD li başûr serdana saziya Serok Celal Telebanî dike

Şandeyek ji nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Kurdistanê duh serdana saziya Serok Celal Telebanî kir, şandeya PYD li herêma Kurdistanê ji Dr. Cawîdan Kemal û endama nivîsgeha têkiliyên nûnertiyê Bêrîvan Mihemed, pêk hat, û ji hêla serokê saziyê Dr. Mihemed Sabir Îsmaîl û cîgerê serokê saziyê Yûsif Zozanî hatin pêşwazî kirin

Di civînê de her du aliyan pêşketinên siyasî û meydanî yên li ser asta Rojava û Başûrê Kurdistanê gotûbêj kirin, ji aliyê din ve awayên hemahengiyê û giringiya pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de hatin gotûbêjkirin, saziyê piştgiriya xwe ya manewî da şoreşa Rojava û tecrûbeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Back to top button