ManşêtNûçe

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê li Parlamentoya Ewropayê civînekê li dar dixe

Duh nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropa, Dr. Abdul Kerîm Omer bi Parlementoyê Ewropayê re civiya, di civînê de her du aliyan nêrînên xwe der barê pêşketinên têkildarî kar û barên Sûriyeyê bi giştî, û bakur û rojhilatê Sûriye bi taybet anîn ziman.

Der barê civîna ku li avahiya Parlementoya Ewropayê hat li dar xistin, ku du seetan dirêj kir, Abdul Kerîm Omer bal kişand ser bi lezkirina hewildanên ji bo gihaştina çareseriyek siyasî ku aloziya Sûriyeyê bi dawî bike, her wiha sînorekî ji êşên mirovahî re ji gelê Sûriyeyê re bê dayîn.

Nûnerê Rêveberiya Xweser îşaret kir li ser xirabbûna rewşa aborî ya welatiyên sûriyeyê, bal kişand ku rewşên jiyanî yên ne baş ji yekemîn sedemên sereke ne ku gel derketin xwepêşandanan di herêmên sûriyeyê yên hundirîn.

Omer tekez kir ku eleqeya civaka navdewletî ji aloziya sûriyeyê kêm bûye her wiha kêmbûna piştgiriya darayî ya navdewletî ji welatiyê sûriyeyê re aloziya mirovahî girantir dike, di heman demê de hişyariyeke xeternak dike ku encam û bandorên wê nayên pêşbînî kirin.

Omer hewildanên Rêveberiya Xweser ji bo bidawî kirina aloziya Sûriyeyê anî ziman, îşaret kir ku berî mehekê du însyatîf der xistibû ji bo dîtina çareseriyek siyasî ji pêvçûna di hundirê welat de bi dawî bike, ya din însyatîfa pêşwazîkirina penaberên sûrî û bi cih kirina wan di hundirê herêmên wê de, weke însyatîfeke niştimanî û mirovî ji bo alîkriya sivikkirina êşên gelê Sûriyeyê ku neçarî koçberiyê bûn bi sedema şer.

Her wiha nûnerê Rêveberiya Xweser îşaret kir ser zehmetî û gefên ku rû bi rûne bi awayekî rojane, ne xasim gefên rêxistina DAIŞ û ji xeynî wê ji rêxistinên terorîst, di vî der barî de bal hat kişandin ser civaka navdewletî û ne pêkanîna berpirsyartiyên xwe, û guh nedana hemû bangên alîkariyê ji bo rêxistinkirina darizandinên adilane ji çeteyên DAIŞê re yên ku sûcên şer û dijî mirovahiyê pêk anîn, her wiha girtiyên ku niha di zindanên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de ne.

Piştre endamê parlementoya ewropê Javier Nart axivî, û got ku ew rewş û pêşketinên li Sûriyeyê çêdibe dişopînin, her wiha tekez kir ku ew rewşa welatiyên Sûriyeyê û êşên wan dizanin ji ber xirabbûna rewşa aborî.

Nart ji aliyê xwe ve destnîşan kir ser pêwistiya bilezbûna operasyona siyasî ji bo gihaştina çareseriyek aştiyane ji bo aloziya sûriyeyê, û giringiya tevlîbûna tevahiya aliyên siyasî yên çalak, jê jî Rêveberiya Xweser, ji bo xêzkirina çareseriya siyasî û pêşeroja welat.

Di vê çarçoveyê de pesnê hewildanên ku Rêveberiya Xweser dike ji bo operasyona siyasî; da, û got ku ku wî înîsiyatîfa çareseriyê ya ku ji aliyê rêveberiyê ve hatiye destpêkirin dîtiye û di wê baweriyê de ye ku pejirandina wê dê bibe stûnek bingehîn û bingehek bihêz ji bo bilezkirina riya çareseriya siyasî.

Parlementoyê Ewropayê li ser xeteriyên ku li hember Rêbeberiya Xweser derdikeve sekinî, û got: Cîhan deyndarê gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê di têkbirina rêxistinên terorîst de, ku xeteriyeke li ser cîhanê bi tevahî bû, destnîşan kir li ser giringiya civaka navdewletî bi rola xwe di bicihanîna berpirsyartiyên xwe de di riya pêşkêşkirina piştgirî û alîkariya pêwîst ji darizandina adilane ya çeteyên DAIŞ yên sûcên şer pêk anîne, û alîkariya wan bike ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê, rê bigrin li ber vegera rêxistina DAIŞ, û hemû rêxistinên tundraw ku careke din çalak nebin.

Back to top button