ManşêtNûçe

Nûnerê Amerîkayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser dike

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, nûnerê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Grainger pêşwazî kir.

Li gorî marpela fermî ya daîreyê, nûnerê Amerîkayê bi hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, cîgirên hevserokatiyê Fener El Giêt û Robîl Biho û endama Desteya Rêveberiyê Gulistan Elî civiya.

Di civînê de behsa pêşketinên dawîn ên Sûriyê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de hat kirin.

Bedran Çiya Kurd di civînê de teqezî bi pêwîstiya çareseriya siyasî ya giştî bi erêkirina hemû sûriyan dûrî ajandeyên siyasî yên derve kir.

Bedran Çiya Kurd wiha got: Nabe tu aliyên herêmî li gorî berjewendiya xwe, aloziyê bi kar bîne. Divê çareseriya giştî li gorî biryarên navneteweyî teşwîq bikin. Careke din mekanîzmeyên ku heta niha pêk anîna, di ber çavan re derbas bikin. “

Şandeyî amerîkî, destnîşan kir ku helwesta wan li hember çareseriya siyasî ya bi erêkirina hemû sûriyan û li gorî biryara NY`yê ya bi hejmar 2254 diyar e. Her wiha diyar kir ku li pêşiya normalîzekirinên gelek astengî hene.

Di civînê de gefên dewleta Tirk a dagirker ên êrişkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemwextî çalakbûna DAIŞ’ê hatin nîqaşkirin.

Nûnerê amerîkî diyar kir ku divê çareseriyên domdar ji bo herêmê bên dîtin û got: “Em heta dikarin hewl bidin ku ewlehiya herêmê biparêzin da ku em bi temamî DAIŞ’ê têk bibin.”

Di civînê de rêbazên derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê û siyasetkirina doza alîkariyan ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatin nîqaşkirin.

Di dawiyê de hat destnîşankirin ku girtina deriyê sînor ê Til Koçerê zehmetiyên aborî û mirovî zêdetir dike û jiyana bi mîlyonan şênî dixe xetereyê û neheqeiyek li dijî gelê herêmê ye.

Back to top button