ManşêtNûçe

​​​​​​​Nivîskarê ji Misirê: Bikaranîna çekên kîmyewî, sûcekî şer e

Bertekên aliyên erebî û navneteweyî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li dijî hêzên gerîla, didomin.

Têkildarî mijarê, nivîskar û şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Îbrahîm Şaban ji ANHA re wiha axivî: “Gelek belge hene ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li dijî şervanên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) piştrast dikin. Ev sûcekî şer e.”

Şaban wiha lê zêde kir: “Li gorî raporên tenduristiyê, di kontrolkirina cenazeyên şervanên PKK’ê de, derket holê ku gaza jehrê ya ku yekser pergala sinirê felc dike hatiye bikaranîn. Şervanên Partiya Karkerên Kurdistan li gor çend raporan, zehmetiyan di pergala sinirê de û hin pirsgirêkên din jî dikişînin ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî wan piştrast dikin. Di heman demê de hin dîmen belav bûn û tê de eşkere bû ku leşkerên Tirk madeyên ku wan ji bandora çekên kîmyewî diparêzin, hildigirin.”

Şaban wiha pê de çû: “Divê li hemberî vî sûcî bêdeng nemînin, da ku hêzên Erdogan şerê xwe yê li dijî Kurdan li Iraqê û şerê xwe yê din ê li bakurê Sûriyê berdewam neke.”

Şaban wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ev  mijar were lêpirsînkirin û cezayên navneteweyî li ser dewleta Tirk bên ferzkirin. Her wiha divê li ser sûcê ku li dijî Kurdan pêk tîne, hesab jê bê pirsîn û dev ji van sûcên li pey hev ên li dijî wan berde.”

Şaban herî dawiyê wiha got: “Sûcê dewleta Tirk ê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan, bû sedema şehadeta 17 şervanan. Bêdengiya civata navneteweyî ya li hember polîtîka û sûcên dagirkeriya Tirk û binpêkirinên wê yên domdar ên qanûna navneteweyî nayê fêmkirin, bi taybet li Iraq û Sûriyê.”

Back to top button