
Di 18 ‘ê meha nehan 2023 li tekiya şêx Sînan a Xana Serê ya girêdayî Girkê Legê Nivîsgeha Têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokratîk bi nûnertiya endamên xwe Dr.Luqman Ebdullah û rêheval Ednan Ferman bi Desteya AL El-BEYT a bi serokatiya Şêx Sînan Mohsin Ehmed re civiya. Di civînê de Rêveberê dîwana Komeleyê birêz Midyen jî amade bû.
Dr Luqman armanca civînê ji bo rewşên siyasî û aborî yên bakûr rojhilatê Sûriyê zelal kir.
Ji aliyê xwe ve, Şêx Sînan bi xêrhatina civînê kir û spasiya Rêveberiya Xweser kir ji bo vê tevgera xweş.
Şêx Sînan di derbarê komeleyê de weke yekîneyeke olî ku armanca wê ya bingehîn xurtkirina têkiliyên mirovî û exlaqê tekûz e, ku emaneta wan ji Resûlê Xuda silavên xwedê lêbin, ew ji neviyên pêxember in. armanca wan ew e ku wêneyekî xweş ji ola îslamî ya resen bidin, ku hin girûpên tundrew hewil didin wê berovajî bikin.
Her wiha Şêx amaje bi wê yekê jî kir ku ew yekemîn ku konferansa yekîtiya olan li dar xistin.
Her wiha bal kişande ser wê yekê ku Komela AL EL BEYT komeleyek serbixwe ye û ne girêdayî ti aliyekî ye û nûneratiya şîetiyê nake û li gor şerîeta îslamî û li gor jînenîgariya rêzdar Pêxember kar dike. ku ew amade ne ku di bin sîwana MSD`ê de xizmeta civaka bakurê rojhilatê Sûriyê bikin da ku peywendiyên xwe bi hemû beşên civakî re xurt bikin, ji ber ku îslam bi olên din re nakokî nîne û em her dem hewl didin ku em emaneta ku Pêxember ji me re daye ragihînin. avakirina mirovekî yekgirtî li gorî exlaq, tolerans, hezkirin û ne ferzkirina olê bi zorê û terorê.
Şêx Sînan her wiha amaje bi wê yekê kir ku Lîga AL EL-BEYT li gorî konferanseke ku jê re hatibû amadekirin hat avakirin û ji ber ku ji aliyê kesî ve pêşwext nehatibû amadekirin, serkeftî bû.
Dr.Luqman amaje bi mafê gelê Kurd di bidestxistina mafên xwe yên rewa de kir ku dijminên Kurd naxweze bide wan. û em daxwaz ji Komeleyê dikin ku bi erkê xwe berevaniyê li mafên bindestan bike û di nav wan de jî Kurd be.
Dr. Luqman û rêheval Ednan jî vexwendnameyeke fermî ji Şêx Sînan re şandin ku serdana nivîsgeha têkiliyan ya partiyê li kantona Qamişlo bike.
Ji aliyê xwe ve Şêx bi xêrhatina vexwendinê kir.