ÇalakîNivîskarPYD

Nivîsgeha Raghandin û Lêkolînê ya PYD hemleyek serdanan destpê kir

Bi kordînasyona nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, îro di dîroka 15’ê Mijdarê, nivîsgeha Partiya Çep a Demokratîk û nivîsgeha Partiya Çep a Kurdistanê hat ziyaret kirin,li bajarê Qamişlo.

Şandeya ku serdan kir ji “Qehreman Mamed” hevserokê Nivîsgeha Raghandin û Lêkolînê ya, “Rohat Mele Xelîl” û “Xelîl Osman” heserokatiya nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, pêk hat.

Şande ji hêla “Îmran Seyd”, “Hesen Hiso”, ”Fadil Qermotî” û “Mîdiya Ehmed” endamên Partiya Çep a Demokratîk hat pêşwazî kirin. Her wiha ji hêla Mihemed Musa serokê Partiya Çep a Kurdî ya Sûrî hat pêşwazî kirin.

Di der barê her du serdanan de Qehreman Mamed di destpêkê de li ser nêzîkbûna hemleya Elektronîk ya der barê derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya terorê axivî.

Her wiha hat tekez kirin li ser giringiya tevlîbûna tevahiya partiyên siyasî di kampaniya Elektronîk de, û ew weke erkek niştimanî û exlaqî îfade bikin, û roleke wê giring heye di çareserkirina hin dozan, jê siyasî û civakî..

Her du aliyan îşaret kirin ku medyaya civakê û rola ragihandinê bandoreke giring li ser raya giştî dike, ji ber vê yekê divê tevahiya partiyên siyasî û gelan tevlî vê kampaniyê bibin.

Di dawiya serdanan de broşor hat dayîn ji her du partiyan re, ji bo naskirina kampaniya Elektronîk û mafên gelê kurd di parastina rewa ji doza xwe re.

Ji aliyê xwe ve her du partiyan tekez kirin li ser piştgiriya wan ji vê kampaniyê re, û êdî ew amade ne ji bo pêşkêş kirina piştgiriyê.

Back to top button