ManşêtNûçe

Newroz Ehmed: Em ê Şoreşa 19’ê Tîrmehê biparêzin

Endama rêveberiya giştî ya Yekîniyên Parastina Jin Newroz Ehmed got: Şoreşa 19’ê tîrmehê di dema ku pergalên hegemonîk ji aloziya cihanî êş dikşand çêbû, bandora vê şoreşê li ser tevahiya cîhanê heye.

Newroz Ehmed di axaftina xwe de diyar kir ku di der barê şerê taybet yê ku me li hember DAIŞ pêk anî, em bûn hêzeke cîhanî, gelek kes tevlî şoreşê bûn ji bo azadî û xelasê, li vir şoreşa 19’ê tîrmehê bû ku hemû sînor derbas kirin.

Newroz Ehmed tekez kir ku şehîdên berxwedan û rûmetê di şexsê şehîd Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde de bû sembola berxwedana jinê û rastiya şoreşa 19’ê tîrmehê.

Îîşaret kir ku di derbarê 10 salên borî de jinan xwe fedekar kir û nirxên herî buha pêşkêş kir, û jin bû sembola hêviyê.

Di dawî de Newroz Ehmed got ku ew weke hêzeke şoreşgerî wê şoreşê biparêzin û ew amadene li ser hemû astan li dijî êrîşên hovane. Tekez kir ku ew û gel wê jiyaneke azad bijîn

Back to top button