ÇalakîManşêt

Navçeya El-Şedadê – Bîranîna 19emîn Salvegera Damezirandina Partiya Yekîtiya Demokrat

Partiya Yekîtiya Demokratîk – navçeya El-Şedadê ji bo bîranîna 19’emîn salvegera damezrandina partiyê bi dirûşmeya “Bi Yekîtiya Demokratîk em dagirkeriyê têk dibin, Rêveberiya Xweser pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin” civînek li dar xist. Bi amadebûna endamên partiyê, şêniyên navçe, bajarok û gundên wê û nûnerên saziyên sivîl ên başûrê kantona Hesekê li salona meclisa navçeyê.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê destpê kir.

Piştre endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Mihêdî Dixêim axaftinek kir û têde behsa têkoşîna partiyê li ser qada Sûriyê ji aliyê siyasî, rewşenbîrî û civakî ve, û rola partiyê di avakirina meclis û komînan û birêxistinkirina gel de.

Di dawiya axaftina xwe de endamê Meclisa Giştî yê Partiyê Mihdî El-Dixêm bal kişand ser pêwîstiya mezinkirina têkoşînê bi xebeta hevbeş û hevgirtinê û pêşxistina xebatên rêxistinî yên partiyê, û ev berpirsyarî dikeve ser milê her kesî.”

Back to top button