ManşêtNûçe

Muzakereya lihevkirinê di navbera MSD û Partiya Vîna Gel li Mosko hat îmzekirin

Bi vexwendina wezareta derve ya Rûsyayê, şandeyek ji Meclisa Sûriya Demokratîk serdana paytexta Rûsiya Mosko kir, ji bo îmzekirina Muzakereya lihevkirinê bi Partiya Vîna Gel re ji bo çareserkirina aloziya Sûrî.

Şande ji hevseroka  desteya rêveber a MSD(Îlham Ehmed) û cîgerê desteya rêveber (Hikmet Al-hebîb) her wiha serokê Partiya Yekîtiya Sûryanî(Senherîb Bersûm) û nûnerê meclisa Sûriya Demokratîk li Misr (Sîhanok Dîbo) pêk hat.

Îro Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û serokê Partiya Vîna Gel  Qedrî Cemîl muzakereya lihevkirinê îmze kirin di civîneke çapemeniyê de li paytexta Rûsyayê Mosko.

Di civîna çapemeniyê de Îlham Ehmed got ku ev muzakere ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê gaveke nû ye, ji ber vê yekê ew kêfxweş in û bi hêvî ne ku tevahiya pêkhateyên Sûriyê kar û xebata xwe berdewam bikin û li şûna çareseriya leşkerî girîngiyê bidin çareseriya siyasî, dawî li nakokî û şer bînin,  koçber û penaberên li derveyî welat vegerin malên xwe û girtiyan serbest berdin.

Qedrî Cemîl jî piştrast kir ku muzakere tenê di navbera her du aliyên Sûriyê de ye û gelek bendan digire nava xwe.

Tê zanîn ku Sîhanok Dîbo Li ser Muzakereya lihevkirinê di navbera MSD û Partiya vîna Gel de duh gotibû ku îmazekirina Muzakereya lihevkirinê li paytexta Rûsiya Mosko gaveke girînge

Dîbo wiha tekez kiribû: “Muzakere sûdeyek wê neteweyî li ser tevahiya

erdnîgariya Sûrî hebe û hemû pêghatiyiyên gelê Sûryayê, bi taybet ji bo opisisyona demokratîk ya netewî”.

Dîbo  bişt rast kiribû ku Muzakere dibe wekî nexşe rê ango nivîsek ji rêgezên bingehîn ji bo  peymanek civakî nû ya Sûriyê,rê li pêşiya hewildanên dagirkirin, parçebûnê bigre,  an ji nûÇêkirina pergalek zordestî  navendî.

Back to top button