ManşêtNûçe

Muslim: Encex bi yêkitî û têkoşîna xwe em dikarin Tirkiyeyê ji vir derxînin

Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Salih Muslim daxuyanî û nirxandinên Beşar Esed têrî nakin ku Tirkiye ji axa Sûriyeyê bê derxistin û got: “Tirkiye ancax bi yekîtî û têkoşînê dikare bê derxistin”.

Salih Muslim axaftinên Beşar Esed ên wekî, “Armanca Erdogan ji hevdîtinê rewakirina hebûna dewleta Tirk a dagirker li Sûriyeyê ye. Gelo em ê çima bi Erdogan re bicivin, ma ji bo em tiştekî vexwin e? ” ku ji Sky Nwes Erebî re kiribûn, nirxandin.

Salih Muslim destnîşan kir ku daxuyaniyên bi vî awayî têrî derxistina Tirkiyeyê nakin û got: “Lê di destê hikumeta Şamê de jî biryar û hêz nîn e. Di navbera hêzên hegemon de li ser Sûriyeyê şerek heye.  Tişta xuya dike ew e ku hêzên hegemon li ser derketine Tirkiyeyê ya ji axa Sûriyeyê lihev nekirine, xema wan jî ew nîn e. Berjewendiyên Îranê bi Tirkiyeyê re hene, lewma niha destek nade mijara derketina Tirkiyeyê. Rûsya dixwaze planên xwe bi Tirkiyeyê bide meşandin. Koalîsyona Navneteweyî jî naxwaze hevkara xwe ya NATO’yê yanî Tirkiyeyê biqeherînin.”

‘EZ TEXMÎN NAKIM ŞAM GAVEKÊ BAVÊJE’

Ji bo derxistina Tirkiyeyê Salih Mislim destnîşan kir ku ew texmîn nake Şam gaveke pratîkî bavejê û ev nirxandina xwe spart van mînakan: “Li Soçiyê lihev kiribûn ku Tirkiye û çeteyên wê rêya M4/M5 vekin, lê heta niha venekiriye. Tirkiye û çeteyên wê şertên xwe ferz dikin. Lewma derketina Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê zehmet e.”

Salih Muslim bal kişand ku Şam nikare bi serê xwe gavan bavejê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî Tirkiyeyê na axivin, lê hevdîtinên xwe jî qût nakin. Di civîna Astana de dijî Rêveberiya Xweser biryar girtin. Yên ev biryar girtine Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îran e. Ma ev ji Tirkiyeyê dixwazin ku ji Sûriyeyê derkeve? Na, nabêjin. Rûsya ji bo pêkanîna hevdîtina Erdogan û Beşar kar dike, dixwaze wan li hev bîne.

TIRKIYE DIXWAZE DAGIRKERIYÊ BERFIREH BIKE’

Hevserokê PYD’ê da zanîn ku niyeta dewleta Tirk a ji derketina axa Sûriyeyê tine ye, berevajî, hewildanên wê yên ji bo dagirkirinên nû hene û wiha dom kir: “Niha nexşereyê din ji bo Tirkmenan derdixîne. Yanî dibêjin ew ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleteke Tirkmenan çêbikin. Tirkiye li herêmên dagirkirî kampên perwerdeyê çêkirine, kesên ku anîne van deran perwerde dike, bikar tîne. Herêmên dagirkirî ji çeteyan re bûye depo. Tirkiye terorê wekî şantaj li dijî cîhanê bikar tîne.”

‘CIDIYET PÊWÎST E’

Hevserokê Prtiya Yeîtiya Demokrat PYD’ê Salih Muslim bal kişand ku heta bi awayekî cidî li ser mijarê neye sekinandin, derketina Tirkiyeyê ji axa Suriyeyê pêk nayê û ev peyam da: “Mijar tevlîhev e. Encex bi yêkitî û têkoşîna xwe em dikarin Tirkan ji vir derxînin.”

ANHA

Back to top button