ManşêtNûçe

MSD: Projeya Rêveberiya Xweser bingeha her çareseriyeke siyasî ye

Li gel normalîzekirina di navbera hikumeta Şamê û dewletên herêmî de ku rola wê di aloziya Sûriyeyê de heye, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo nîqaşkirina encamên hewldanên normalîzekirinê û bandorên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye û Sûriyeyê panelek li dar xist.

Nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên herêmê, rêxistinên civaka sivîl, hiqûqnas û siyasetmedar tev li panelê bûn ku li hola Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê li dar ketiye.

Di panelê de, endamê Desteya Serokatiya MSD`ê Hesen Mihemed rewşa siyasî ya herêmê û tevgerên dawîn, bandorên wê li ser herêmê û aloziya Sûriyeyê analîz kir û got: “Her aliyek dixwaze berjewendiyên xwe pêk bîne. Tirkiye bi rêya normalîzekirinê, dagirkirina xwe ya li ser axa Sûriyeyê rewa bike. Tevî hikumeta Şamê dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û tevliheviyê û terorê lê belav bike.”

MIhemed wiha domand: “Rêveberiya Xweser îsbat kir ku ew projeya çareseriyê ye û bi rêya beyannameya ku ragihandiye, nehişt ku Tirkiye axa Sûriyeyê qut bike û tev li axa xwe bike. Beyannameya Rêveberiya Xweser, rêya çareseriyê ye ku diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî bingeha wê ye.”

Mihemed diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, destpêka belavbûna ronahiyê li tevahiya Sûriyeyê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ev berpirsyariyeke mezin dide ser milê me ku hevgirtina nîştimanî nîşan bidin. Divê em hewl bidin ku modela Rêveberiya Xweser pêş bixin. Ji bo çareserkirina doza Sûriyeyê divê çareserî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re derbas bibe, yan jî wê çaresnûsa wê bikeftî be û hêviyên sûriyeyiyan peyda nake.”

Dûre, beşdaran nêrînên xwe der barê navaroka panelê parve kirin û destnîşan kirin ku projeya Rêveberiya Xweser rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriye, rêya pêkanîna hêviyên sûriyeyiyan e ku Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî ava bibe. Her wiha diyar kirin ku hewldanên çareseriyên siyasî ku ne li gorî hêviyên sûriyeyiyan bin, dê birîna sûriyeyî kûrtir bikin û bibin sedema wêraniyê.

DÊRAZOR

MSD`ê li hola Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarok El Sewr ê bakurê Dêrazorê panelek bi navnîşan “Geşedanên siyasî li Sûriyeyê û bandora wê li ser nasnameya niştimanî ya komkar” li dar xist.

Nûnerên tevgerê, nûnerên meclisên sivîl, herêmî û rûspiyên herêmê tev li panelê bûn.

Di panelê de endamê MSD`ê Enes El Merfû rewşa siyasî nirxand û got: “Nakokiyên di navbera aliyên siyasî de, bû sedem ku gelek dewlet bixwazin hikumeta Şamê dîsa vegerînin hemêza erebî.”

El Merfû diyar kir ku aliyên siyasî bi tena serê xwe nikarin çareseriyê peyda bikin ji ber wê divê eniyeke nîştimanî ya hevgirtî bê avakirin da ku rê li pêşiya xetereyan û mudaxeleyan bê girtin.

Her wiha El Merfû got: “Divê em gelê Sûriyeyê ji encamên şer xilas bikin û pêşerojeke çêtir jê re ava bikin. nasnameya nîştimanî ya komkar, bingeha diyaloga sûriyeyî ye.”

Di dawiya panelê de beşdar gihaştin vê encamnameyê:

Dîtina eniyeke nîştimanî ya siyasî û hevgirtî, ku bang li tevahî aliyên Sûriyeyê dike ji bo ku li hember nakokiyan bibin yek û çareseriyeke siyasî ya sûriyeyî peyda bikin.

Rêveberiya Xweser nûnerê yekane ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û projeya wê bingeha her çareseriyeke siyasî ye.

Bidawîkirina nakokiyên êlî.

Divê Rêveberiya Xweser çareseriyekê ji karta nûhatî re bibîne ku yek ji astengiyên li pêşiya nasnameya komkar a nîştimanî ya sûriyeyî ye.

ANHA 

Back to top button