ManşêtNûçe

​​​​​​​MÎT`ê li Cindirêsê welatiyek revand

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk (MÎT) welatiyê bi navê Nîzar Mihemed Bozan (25) ji navçeyê revand û bir cihekî nediyar. Her wiha erebeya wî desteser kir.

Heman çavkanî diyar kir ku Nîzar Mihemed Bozan li ser bendekê kontrolê ya îstixbarata dewleta Tirk a dagirker ku li ser rêya di navbera bajarê Efrînê û navçeya Cindirêsê de ye, dema diçû bajêr da ku hin pêdiviyan bikire, hatiye revandin.

ANHA

Back to top button