ManşêtNûçe

Mezlûm Ebdî û Michael Corella li hev civiyan

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî pêşwazî li generalê CENTCOM’ê Michael Corella û şandeya pê re kir û li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li gel gefên dewleta Tirk, nîqaş kirin.

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Ferrmandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Generalê CENTCOM’ê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkaryê (DYA) Michael Corella di civînê de li ser operasyonên leşkerî û hevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî re li dijî DAIŞ’ê nîqaş kirin.

Li gorî malperê, her du aliyan li ser xetereyên zêde ku kampa Holê û girtîgehên tê de çeteyên DAIŞ’ê hene, nîqaş kirin, her wiha pêwîstiya zêdekirina kedên navneteweyî û herêmê ji bo çareserkirina vê dosyayê û kêmkirin xetereya wê hate nîqaşkirin.

Fermandar Mezlûm Ebdî di civînê de metirsiyên ewlehî yên gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê çêdikin, bi taybet li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û girtîgehan anîn ser ziman.

Her wiha malperê da zanîn ku General Michael Corella eşkere kiriye ku saziyên leşkerî yên Amerîkayê li dijî êrişeke muhtemel a dewleta Tirk a li er herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Back to top button