
meclisa Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) roja Şemiyê 6’ê Tebaxê, li bakûrê El-Rayin, bi amadebûna 50 endaman ji piraniya rêxistinên partiyê li welatên Ewropayê, civîna xwe ya asayî ya rêxistinî lidar xist.
Çalakiyên civînê bi deqeyek rêzgirtin ji giyanê şehîdên azadî û rûmetê dest pê kir û hilbijartina endamên dîwanê û mehderê civînê.
Di civînê de çend mijar hatin gengeşekirin, ji wan (rewşa siyasî, xwendin û nirxandina raporên rêxistinî, biryar û plana kar).
Hêjayî gotinê ye ku kar û çalakiyên civîna Meclisa Ewropa ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) heta dawiya îro yekşem 7’ê Tebaxê berdewam dibe.