JinManşêtNûçe

Meclisa Kongra Star: bi daxuyaniyekê 11mîn salvegera rêhevalên xwe bi minetdarî bi bîranîn

di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

11 mîn salvegera rêhevalên hêja yên ku di oxira azadiyedê gihiştin şehadetê wek lêgerîna heqîqetê rêheval Sara û hevalên me Fîdan Leyla Evîn mîr perwer Abdurahman kizil wan birêzdarî  bi bîrtînin. Em li hemberî hezên komploger û tarî  têkoşîna xwe bilnd bikin bi sozdayîna tolhiladana wan û binxistina hêzên nijadperest û faşîst didin. Rêhevala me ya ku gerêdana xwe bi ax û gelê xwe re dihat naskirin bi tova yekemin ya vejîna netewa kurd dest bi tevgera xwe ya li ser xeta bîrdoziya jine kir. Jina serhildêr li hember celadê xwe serî netevant tekoşîna wê ji bo tevahî  jina bû ronahî. Rêhevala Fîdan di nava sîstema kapîtalîzmêde serî netewand ji bo têkiliyên gelê kurd û gelên Ewrupa ji bo netewa demokratîk dinava hewildanande bû. Herwiha hevala Leyla ji bo ku  ciwanên kurd dinava pençê qirkirinêde rizgar bike û dinava tekoşîneke  bê dawîdebû. Hîna Parîs kujerê hersê peşengên kurd zelal nekiriye cardin destê xwe xistin xweîna kurda de  3 peşengen din yên kurd şehîd kirin. Heval Evîn yaku li hemberî hêza berdewamiya faşîzma Tirk Daiş  şer kir jina pêşeng a gelê xwe li herderê parast û bawerî û gerêdana xwe bi azadiye re heya nefesa dawiyê berdewam kir. Hevalê Mîr perver çanda xwe ya dayîkê parast teslîmî qirkirinê nekir. Hevalê Abdurahman welat parêzê hêja ji ber zilma faşît a Tirka  qaşo derbasî ciyekî bi ewle  bû ,di nava dilê Kapîtalîzmêde çanda xwe parast û terka doza xwe nekir û herdemê li berxweda.

komkujiya parîsê û hemû qirkirinên li hember gelê me û peşengên me em ê herdem li berxwe bidin û têkoşîna xwe bighînin asta herî jor Li ser van bingehan .Em weke meclisa Kongra Star di salvegera şehadeta rêhevalên xwe yên têkoşer de bi minetdarî bi bîrtînin û tevahî kiriyarên ku li dijî jinan têne kirin şermezar dikin, da ku em kujeran û qirkeran ceza bikin û tola hevalê xwe li erdê nehêlin divê em bi hemû hêza xwe û  zanebûna ku xeta berxwedanê xeta jiyanê ye bilind bikin, pêwîste  em weke jin di qada polîtîk û civakî de serkeftinên mezin bi dest bixin , tolhildana jinan ewe xurtikirina hêz û zanebûna jin ya polîtîke.

Li ser vî esasî em bang li tevahî rêxistin , insiyatîf û tevgerên jinan dikin ku sala 2024 an em bikin sala pêkanîna edalet û tolhildana hevalê xwe,

Bijî Jinên Azad   .   Şehîd namirin    Bimirin kujer û qirkerên jinan.

Meclisa Kongra Star.

08 – 01 – 2024

Back to top button