ManşêtNûçe

Meclisa Jinên Sûriyê bang li NY`yê kir ku biryarên ku mafên jinan mîsoger dikin, pêk bîne

Meclisa Jinên Sûriyê tundiya ku li dijî jinan li tevahiya cîhanê ku li ser tê, şermezar kir û bang li NY`yê kir ku biryarên ku mafên jinan di asta cîhanî de mîsoger dikin, pêk bîne.

Meclisa Jinên Sûriyê li ser mijarê daxuyaniyek li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê parve kir.

Koordînatora giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat daxuyanî xwend û endam û rêveberên meclisê û rêxistina Sara beşdar bûn. Beşdaran wêneyên dayika Ayşe Henan (80) ku bi destê çeteyên dewleta  Tirk li gundê Birc Ebdelo yê navçeya Şêrawa hatibû kuştin û wêneyên Şehîd Zozan Şêxo û Medîne El-Husên ku di êrişa 11`ê Mijdara 2019`an de li Qamişloyê hatin kuştin, rakiribûn.

Daxuyanî bal kişand li ser van xalan:

“Karantîna û qedexeya derketina derve ku ji ber vîrusa koronayê hatin ragihand, rewşên tundiya malbatî ya li dijî jin û zarokan zêde kirin. Ev şewb bûye şewbeke cîhanî û jiyana jinan dixe xetereyê, her wiha çanda baviksalar eşkere dike. Xuya ye ku tevî pêşketina di aliyê mafên jinan de jî, lê belê rêya bidestxistina azadî û serxwebûna jinan dirêj e. Ji ber ku jin hîna jî rastî tundiya fizîkî û zexta derûnî tên.

Di daxuyaniyê de îşaret bi raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku rêjeya tundiya li dijî jinan li cîhanê eşkere kir. Di demekê de ku mal wekî cihê herî ewle ji xweparastina ji Koronavîrusê tê pejirandin, jin rastî tundiya malbatî tên. Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di mehên dawî de li Sûriyê diyardeya xwekuştina jinan zêde bû. Jin ji ber zexta derûnî û tundiya hevjîn, bav û birayên wan li ser wan, li şûna ku berê xwe bidin cihên ewle ku divê ji bo jinên rastî tundiyê tên bên avakirin, biryara xwekuştinê didin. Bi vê yekê jin bi tirajediyeke nû re rû bi rû dimîne. Her wiha di demên dawî de li gelek bajarên Sûriyê wekî Lazîqiyê, Siwêda, Kobanê û Qamişlo, bûyerên xirab ên kuştinê rû dan.”

Daxuyaniyê her wiha îşaret bi rewşên qetilkirinê ku komên çeteyên girêdayî Tirkiyê li dijî sivîlên bajarê Efrînê pêk tînin, kir û wiha hat gotin: “Komeke çeteyan pîrejinek xeniqand. Her wiha teqîneke terorî ku encamê de bi dehan sivîlên bê guneh bûn qurbanî, pêk hat. komên terorîst ji hemû pêkhateyên gelên Sûriyê yên ku li Efrînê ne jin revandin, nexasim ji pêkhateya Êzidî, hin ji wan birin deverên ne diyar û hin jî qetil kirin. Tevî bangên navneteweyî yên rawestandina şer di rewşa karantînayê de jî, lê belê komên çete hemû sûcên ku mafên jinan binpê dikin û dikevin asta sûcên şer û dij mirovî, pêk anîn.”

Daxuyaniyê bal kişand ser sedemên civakî ku rê li pêşiya tundiyê vedikin û destnîşan kir ku ew sedem li gorî rêjeya bibandorbûna malbatê bi civaka derve, guhertina kevneşop û adetan û asta fikrî, çandî, temen, olî û civakî di navbera jin û mêr de tê guhertin.

Meclisa Jinên Sûriyê hemû awayên tundiya li dijî jinan şermezar kirin û banga xweparastin û sînordarkirina tundiya li dijî jinan kir û îşaret bi girîngiya agahdarkirina aliyên têkildar der barê rewşên tundiyê de kir, da ku hesab ji sûcdaran û yên qanûnên li dijî tundiyê malbatî dikin, bê xwestin.

Meclisê amaje bi girîngiya hevkariya bi rêxistinên cuda û platformên sivîl ên di qadên mafên mirovan de dixebitin, kir û bang li hikumetan kir ku cezayan pêk bînin û sûcdarên tundiyê malbatî, ceza bikin.

Meclisa Jinên Sûriyê di dawiya daxuyaniyê de bang li NY`yê kir ku hemû hevpeyman û biryarên mafên jinan di asta cîhanî de mîsoger dikin, pêk bîne.

ANHA

Back to top button