ManşêtNûçe

Meclisa Jinan Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

Îro salvegera 8`an a destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`yan e. Bi vê boneyê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de wiha da zanîn:

“Piştî 8 salan, di şoreşê de berê bûyeran ber bi avakirina pergaleke siyasî, aborî û leşkerî ya nû ve guhert û gaveke nû di mîrasa şaristaniyê ya mirovî de avêt.

Ji berxwedana Kobanê çirûska şoreşê dest pê kir û nîşaneyên asoyeke nû ji herêmên paşguhkirî re xêz kir. Ji rehîma xeta sêyemîn pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî gavek rast avêtin û bi rêya ciwanên xwe herêmên xwe ji wêraniyê parastin.

Her sê rêveberiyên xweser bi rêya hevpeymana civakî pirên baweriyê di navbera pêkhateyan li ser bingeha hevgirtinê û qebûlkirina hev du dirêj kir. Jinan jî rolek di xêzkirina wan nîşaneyan de lîst û zincîrên berê şikandin. Jinan bi vê yekê cihek guncaw li gorî asta têkoşîna xwe girt. Li hember hovanetirîn hêzên tarî DAIŞ`ê li ber xwe da û ew tune kir.

Avakirina nimûneya rêveberiyeke nû ya ku demokratîk û jiyana hevpar ji xwe re kir bingeh, li ser tevahiya pergalên şovenîst mîna dewleta Tirk a dagirker, xetere ye. Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve mudaxele kir û beşên mezin ji Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriy mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi hinceta parastina ewlehiya xwe, dagir kirin û beşên din tehdît dike, di hewldaneke diyar de ji bo ku vê nimûneya demokratîk li ber çavên civaka navdewletî û bêdengiya wê têk bibe.

Em Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em vê şoreşa pîroz bi bîr tînin. Em soza girêdana bi nirxên xwe yên resen dubare dikin. Têkoşîna me ji bo parastina destkeftiyên ku jinan bi têkoşîn û fedakariyên xwe di qadên leşkerî, siyasî û rêveberî de bi dest xistine, berdewam e. Em bang li pêşxistina vê tecrubeyê û nimûneya demokratîk û bilindkirina asta xebatan ber bi avakirina pêşerojek baştir ji tevahiya gelan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Her wiha divê ev nimûne wek çareseriya aloziya Sûriyê bê dîtin.”

ANHA

Back to top button