
Meclisa jin a Saziya Malbatên Şehîdan ya Bakur û Rojhilatê Suriyê îro duyemîn konferansa xwe di bin diruŞmeye “Bi ruhê Pêngava 15`ê Tebaxê em ê asta têkoşîna jinan bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” konfrans li navenda çand û huner ya Aram Tîkran li bajarê Rimêlanê hat li darxistin.
Konfrans bi beşdarbuna malbatên şehîdan, kongra star, û Partiya yekîtiya demokratîk PYD.
Konferans bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê cangoriyên azadiyê despêkir
Paşê bi navê dayikên şehîdan û jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê axaftin hat kirin, û piştre rapore xebatên du salên borî hatin xwendin, û her wiha sinifiziyonek hat pêşkêŞ kirin ji beŞdaran re û rêziknameya Meclisa Jinan hat xwendin.
Paşê deriyê nîqaşan hate vekirin û guhdarîkirina pêşniyarên beşdaran li ser çawaniya pêşxistina encûmenên jinan û pêşkêşkirina piştgiriya zarokên şehîdan û malbatên wan
Duyemîn konfransaa Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hilbijartina encûmenek ji herêman bi dawî bû, û bi çend biryarên ku dê di du salên bê de wek bernameyeke xebatê kar bikin û ji bilî hilbijartina diruşmeyeke nu ji bo encumenê wer diyarkirin.