
Di çarçoveya rêze çalakiyên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, bi boneya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro Sêşemê, semînareke diyalogê li navenda giştî ya partiyê, bin dirûşma “Têkoşîna li dijî her cureyên tundiyê…Jin…Jiyan…Azadî” li dar xist, ku endamên partiyên siyasî û rêxistinên jinan, rêxistinên sivîl û hiqûqî tê de beşdar bûn.
Semîer bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê dest pê kir û piştre axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat “Zehra Semo” ve hate kirin, tê de bixêrhatina amadebûyan kir û behsa armanca lidarxistina semînerên wiha kir.
Ji aliyê xwe ve Hevseroka Nivîsgeha Têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokrat “Erîfa Bekir” mijarên semînrê xwend.
Di nîqaşan de zehmetiyên ku jin ji aliyê siyasî û civakî pê re rû bi rû dimînin hatin kirin û hate destnîşankirin ku jin ji demên kevnar heta niha bi serdestiya zihniyeta mêraniyê maf û rola wê ya di civak û siyasetê de binpê dike.
Di nîqaşan de hat destnîşankirin ku piştî belavkirina fikra projeya neteweya demokratîk û rola jinan a di projeya ku mafên wan garantî dike û wan ji serdestiya zihniyeta baviksalarî diparêze de pêşketineke mezin heye.
Di mijarên semînerê de jî bal hat kişandin ser rola jinan di projeya demokratîk a ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temsîl dike de, herwiha tevlîbûn û têkoşîna jin a di hemû astan de hate nîşandan
Di dawiya semînerê de ji aliyê amadebûyan ve nîqaş hatin kirin û li gorî vê yekê jî dê pêşniyar û encamên semînerê bên belavkirin.