JinManşêtNûçePYD

Meclisa jin a PYD tevlî semînerek diyalogê li herêma Reqa dibe

Nivîsgeha Zenûbyayê li Reqa û Tebqayê îro di dîroka 2022-7-6 semînereke diyalogê bi hevsengiya meclisa jin a Partiya Sûriya Pêşerojê li dar xist, di bin drûşmeya” bi rêxistin û perwerdeyê emê şoreşa civakî pêk bînin”, li hola nivîsgeha kombûna jinên Zenûbiya li Reqa.

Nivîsgeha Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Reqayê jî tevlî semîner bû, wekî din nivîsgeh û mecalisên jin ji partiyên siyasî û meclisên leşkerî û sivîl.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan.

Piştre nîqaş hat kirin li ser geşdanên siyasî ji hêla herêmî û derve ji hêla berdevka meclisa jin a Partiya Sûriya Pêşerojê “Xaliya El-Keciwan”.

Xaliya li ser gefên dagirkeriya Tirk û pêşketinên dawî di danûstendinan bi hikumeta rêjîma Sûrî axivî.

Xaliya wiha got: Dewleta Tirk a dagirker hewil dide vîna jinê bişkîne di warî siyasî, aborî û civakî de di riya hedefgirtin û kuştina jinan di projeya Netewa Demokratîk û pêkanîna şerê taybet, her wiha pêkanîna tundiyê û kuştinê der heqê wê di bin navê adatên civakê.

Di dawî de “Xaliya Keciwan” deriyê nîqaşê li ser rewşa siyasî de bi giştî û jinê di siyaset û civakê de bi taybet, vekir.

 

 

Back to top button