ÇalakîJinManşêt

Meclisa Jin a PYD civîneke ji jinên şehîdan re li dar xist

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD civîneke berfireh ji jinên şehîdên Serêkaniyê li kampa Serêkaniyê li Hesekê li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo şehîdên azadî û rûmetê, piştre berdevka meclisa Jin a partiyê “Zehra Semo” li ser geşdanên siyasî Ii ser qada Sûriya bi giştî û herêmên bakur û rojhilatê Sûriya bi tabyet û guhertinên ku li herêmê çêdibe axivî, di axaftina xwe de Zehra Semo diyar kir ku êrîşên Tirkiya li ser bakur û rojhialtê Sûriya ji bo tevliheviyê çêbike û xistina ewlehî û têkbirina projeya Netewa Demokratîk û bratiya gelan e.

Zehra Semo di berdewamiya axaftina xwe de îşaret kir li ser nîzîkatiya Partiya Demokratîk a Kurdistanê û lêkirina dîwarê ku di navbera rojava û Şengalê de.

Di dawî de Zehra Semo tekez kir li ser pêwistiya hevgirtinê li dijî tevahiya pilanên ku li dijî gelê me yê bakur û roihilatê Sûriya pêk tê.

   

Back to top button