ÇalakîJinManşêtPYD

Meclisa Jin a PYD civînek ji jinên eşîrên Erebî li dar xist

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD civînek ji jinên pêkhateyên Ereb ( Jinên rûsipiyên eşîrên Ereb) li herêma başûr ji bajarê Hesekê li dar xist, ji bo behsa êşên ku jin dikşînin di siya şerê taybet ku li herêmê çêdibe li dijî herêmê.

Di destpêka civînê de beşdaran deqeyek rêzgirtin sekinîn ji bo ruhê şehîdên azadî û rûmetê.

Piştre berdevka nivîsgeha rêxistinî di Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat “Zehra Semo” li ser geşdanên dawî yên siyasî û gef û êrîşên domdar ên dewleta Tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriya axivî.

Zehra Semo li ser êşên jinê û şerê taybet ku kategoriya ciwanan hedef digre axivî di riya daxwazkirina wan ji koçberiyê re û giringiya yekîtiyê û hevgirtina gelên herêmê li dijî van êrîşan ku mîras û destkeftiyên herêmê hedef digre.

Ji aliyê xwe ve Şadiya Omer endama komîteya meclisa jin li ser giringiya rêxistina jinê bi xwe li gorî rêgezên şerê gelê şoreşgerî axivî.

Di dawî de nêrîn û nîqaşên erênî ji hêla beşdaran hat pêşîniyar kirin.

   

Back to top button