Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD duh roja Înê I Helebê rêze civînên rêxistinî li dar xistin ji bo endamên partiyê li ser asta taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi amadebûna bi sedan ji hevalên partiyê.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan.
Piştre perspektîf hatin xwendin û rewşa siyasî hat şîrovekirin û pêşketinên navdewletî û herêmî hat nîqaş kirin, her wiha kar bikin li ser pêşketina xebatê partiyê li gorî perspektîfên kongreya 9emîn ku bi drûşmeya “Bi ruhê gelê şoreşgerî emê dagirkeriyê têk bibin û Sûriya Demokratîk ava bikin”.
Beşdaran soz dan şehîdên azadî û rûmetê ku li ser şopa wan bimeşin û pêkanîna biryarên kongireyê.
Di dawî de deriyê nîqaşê hat vekirin li ser dozên têkildarî herêmê û parastina wê ji bo têkbirina dagirkeriyê Tirkiyeyê.