ManşêtNûçeyên Lezgîn

Maas: Guşarên aborî yên ji bo Tirkiyê li ser masê ne

Wezîrê Karê Derve yê Alman Heîko Maas, diyar kir ku eger dewleta Tirk êrîşên xwe yên leşkerî bidomîne, wê guşarên aborî li ser Enqerê bisepînin, ji bo vê pêvajoya agirbestê dişopîne. Maas êrîşên Tirkiyeyê jî weke ‘dagirker’ pênase kir.

 

Rêveberiya Berînê hişyariyek din da rejîma Erdogan a tevî agirbesta bi navbeynkariya rêveberiya DYA’yê hate îlankirin û şûnde hê jî êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Wezîrê Karê Derve yê Alman Heîko Maas ê saetên şevê ji televîzoyana ZDF’ê re axivî got: “Li gorî me, êrîşên dewleta Tirk a li ser milîsên Kurd, li gorî hiqûqa navneteweyî ne rewa ye.”hişyariya ku wê guşaran li ser rêveberiya Enqerê bisepînin da.

Maas bi domdarî got: “Eger ku dagirkeriyeke wiha ne li gorî hiqûqa navneteweyî be, wê demê tê wateya ku binpêkirina hiqûqa navneteweyî.” Maas ragihand, ji bo sekinandina êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê wê bikeve nava hewldanan. Maas li ser agirbesta bi navbeynkariya DYA’yê hatiye îlankirin jî got: “Em ê hemû hêza xwe ne tenê agirbest ji bo 5 rojan, belkû hê zêdetir dirêj bike û gava piştre bê avêtin ji bo bidawîbûna dagirkeriyê kar bikin.

Maas bal kişand ser peymana koçberan a sala 2016’an a bi pêşengtiya Almanya di navbera Brûksel-Enqerê de hatibû îmzekirin û di demê dawî de gotinên Erdogan a ‘em ê derî vekin’ bi guman lê dinêre. Maas anî ziman ku wê li ser mijara bi zorê ya koçberan bibin ‘Herêma Ewle’ a ku Tirkiye dixwaze li ser sînroê Sûriyeyê pêk bîne jî bi Enqerê re gotûbêjan bike û got: “Li gorî me karekî ku ne rewa û hiqûqî be em pereyan nadin.”

Wezîrê Karê Derve yê Alman ragihand ku di nava Yekîtiya Ewropayê de ji bo guşaran li ser Tirkiyeyê bisepîne li ser mase ye û wiha pêde çû: “Me bi vekirî anî ziman ku em ê guşaran bikin, ji van guşaran destpêkê guşarên aborî tê. Ji bo vê di serî de em pêvajoya agirbestê dişopînin. Em dixwazin bizanin bê ka Tirkiye çawa tevger dike.

J:E-Rojname

Back to top button