Gotar

Lihevhatinên Kurdî-Kurdî, û xwendinên çewt (Armanc) ji aliyê din re

Bedran El-Huseynî

Em zêde mezin yan înkar nekin heke em bêjin ku xwendinên şaş û şirovekirinên çewt  ji hewldanên yekrêziya ref û helwesta Kurd ji hêla hin partiyên dijber û kesayetiyên bi vî rengî yên daxuyaniyên ku ji wan hatine stendin- ji bilî daholên  ku durm û honk dikin ji sûcên rêjîma Tirkiyê li Sûriyê-ew di çarçoveya terorîzma Fikrî de bi hemû nasnameyên wê li dijî her rêyek ku derdikeve ji kurahiya pisgirêkê li pêşbirî nakokên tevlihev ku li Sûriyê pêk tê, û ne kême xeterbûna wê ji hewildanên tunekirina Sûriyê û guhertina demografiya bajarên wê û pêkhateyean bighwerîne.

Veqetandin li vir di nêzîkatiya aliyên din de ye ji Yekîtiya Refa Kurdî  de ji perspektîfê wan û angaşên dîtina wan ji vê mijarê(Yekîtiya kurdî), şîroveya bi tirsa wan bi veqetandinê, û zextê li aliyên Sûrî yên danûstendinê dikin ji bo têkbirina her nêzîkatiyek yan lihevkirine Sûrî-Sûrî- (bi taybet Kurdî); tenê bê heke ew di şêweya Tirkî de hûrgulî ye, û bi amûrekî Osmanî hatiye muhrkirin, ya herî xirab û xeternak ew e naskirina helewsta wan aliyan û bersivên kiryarên wan li gel kirayrên hov û qirêj yên dewleta Tirkiyê li sûriya ku li ser tu kesî nayê veşartin bi taybet li Bakur û Rojhilatê wê di dawîya wê de lêreya wê guherandiye bi lêreya Tirkî li herêmên ku dagirkiriye.

Bi veqetandina hesabên van hevsengî û xwendinên çewt yên derveyî mentiqê ne, û hilwişandina wê li ser rastiya Opozîsyonên( Sûrî) yên van danûstendinan red dikin(Kurdî-Kurdî) ne mumkinê xwendina wê ji bilî ku ew hewildanên dorpêçkirina li ser têkçûnê di rêveberiya aloziyê bi tawanbarên derewîn li aliyên kurdî dikin bi hincetên derewîn ku di rastiyê de nayê qedandin, xeyalên wan dighêjîne ku begsa Hallucinationa çêkirî di ramanên wan yên nexweş dikin, û ev tişt dûrî cezayên darvekirinê yên berê hatibû derketine li dijî her rê yan projeyek kurdî ku ji bo çareserkirina alozîya Sûriyê alîkar be her çiqasî zelal be û mezin be li ser rastî û danayên rast; ne Tirk û ne hevalbenûdên wê amadene ku dev ji kêka sûriyê ya çêkirî berdin ji bo armanên wan yên taybet.

Di dawî de şîrovekirina xirab, xwendinên çewt, şîrovekirin û îdîayên derewîn ji yekîtiya Kurdî di Sûriyê de tenê dibe xeyalên derewîn yên nexweş û Hallucinationan, ku rêça rast  diguherîne ji bo çareserkirina aloziya Sûrî, bi taybet dema ku ev li hevkirin raghandîbe û sînor be bi armanca parastina kurdê sûriyê ji îhtîmalên qirkirinê, û tiştên ku mane ji Sûriyê xelas bikin, û di vê lihevkirinê de cih ji siriyet, bazirgaî û bazarê tune ye li ser hesabê tu aliyekî din ku çi cudahî di navbera nêrînên me de jî hebin, û eve ya ku divê bikin hemû kesayet û aliyên ku yekîtiya kurdî şermezar dikin li ser koka pirsgirêka Sûriyê bisekinin û xalên lawazbûnê sînor bikin û li himber wê bi hemû xurtbûnê bisekinin û berjewendiyên gel li ser berjewendiyên kesayetî bi ser bixin.

Back to top button