ManşêtNûçe

Li Tirkiyeyê hilbijartin destpê kir

Li Tirkiyeyê wê nêzî 61 milyon hilbijêr ji bo diyarkirina serokkomar û endamên meclîsê dengê xwe bi kar bînin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê îro 60 milyon 697 hezar û 843 hilbijêr dengê xwe didin. Ji bo demeke ji pênc salan wê Serokkomar û endamên Meclîsê yên serdema 28’an bêne diyarkirin. Dengdan wê li 191 hezar sindoqan saet di navbera 08:00-17:00 de bê kirin.

JI BO SEROKKOMARIYÊ SÊ NAMZET HENE

Di hilbijartinên Serokkomariyê de ku bala her kesî li ser e, sê namzet hene: Recep Tayyîp Erdogan, Kemal Kiliçdaroglû û Sînan Ogan.

Back to top button