ManşêtNûçeSûriya

​​​​​​​Li Suriyeyê nêzî 6 hezar qurbanî û birîndarên erdhejê hene

Li Suriyeyê hejmara qurbaniyên erdhejên ku 6’ê Sibatê Lİ bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê bi pileyên 7.7 û 7.6 pêk hatin, zêde dibe.

Li gorî daxuyaniya Wezatera Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê, li herêmên di bin kontrola wan de ji duh ve hejmar neguheriye. Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku li Heleb, Laziqiye û Hemayê 812 kesan jiyana xwe ji dest da, hezar û 449 kes jî birîndar bûn. Encama li deverên Tertus û Idlibêjî nediyar in.

Feyde heye ku bê gotin reqemên Wezareta Tenduristiyê tenê yên derbarê herêmên dibin kontrola hikûmeta Şamê de ne.

HERÊMÊN RÊVEBERAYA XWESER

Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê (Rêveberiya Xweser) hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane neguheriye. Heta niha 6 kesan jiyana xwe ji dest daye, 57 kes jî birîndar bûne. Ekîbên tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser tedbîrên pêwîst digirin û heta niha agahiyên cudatir nehatine dayîn.

HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, hejmara qurbanî û birîndaran zêde bû. Li gorî agahiyan li van herêman heta niha hezar û 20 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 400 kes jî birîndar bûne.

ANHA

Back to top button