ManşêtNûçe

Li Serêkaniyê tenê 50 kal û pîrên Kurd û 7 xiristiyan mane

Bi dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê re bi êrişên 9′ê Cotmeha 2019′an re dewleta Tirk a dagirker niştecih bi darê zorê koçber kirin û sûc li dijî yên mayî pêk anîn û neçarî koçberiyê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî Serêkaniyê dagir kir, hişt ku zêdetirî 150 hezar welatî bi darê zorê koçber bibin. Ew koçber li herêmên Cizîrê û Firatê belav bûne.

Li gorî bîlançoya Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Weqfa Hevdestî a Qurbaniyan ku ajansa ANHA’yê bi dest xistiye, koçberên Serêkaniyê li 4 kampan bi cih bûne; Kampa Serêkaniyê, Kampa Waşûkanî ya li Hesekê, Kampa Newroz a li Dêrikê û Kampa Til Semin a li Reqayê.

Li gorî bîlançoya Komîteya Koçerên Serêkaniyê, hejmara koçberên li Kampa Serêkaniyê 2 hezar û 575 malbat, li Kampa Waşûkanî 2 hezar û 362 malbat, li Kampa Til Semin 8 malbat in. Li Kampa Newroz jî 2 hezar û 709 kes hene.

Hejmara welatiyên Serêkaniyê yên bi darê zorê koçber bûne ji sedî 85 e û Kurdên li bajêr mane nêzî 50 kes in û piranî temenmezin in. Xiristiyanên li bajêr jî 7 kes in. Êzidî jî tune ne û li 16 gundan belav bûbûn. Pêkhateya Çeçen û etnîkên din jî ji bajêr bi temamî koçber bûne.

Koçberên Serêkaniyê yên bi darê zorê di rewşên zehmet de koçber bûne, êşan dikişînin, nexasim li kampan. Alîkariyên navneteweyî û mirovî lê tune ne. Rewşa koçberên li bajar û bajarokan belav bûne jî ji yên kampan ne cudatir e.

Back to top button