
Yekitiya Jinên Êzidî û kongra Star a kantona Efrîn û Şehba panêlek diyalogê têkildarî rola jinan di şoreşên cîhanê û pêşerojê de li dar xist. Panel li hola Axîn Welat a naveçeya Fafîn a kantona Şehbayê bi beşdarbûna tevahî rêxistinên jinan li dar ket.
Piştî deqeya rêzgirtin, dîwan panelê hate hilbijartin. Dîwana panelê ji Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Necah Hisên, endama Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Suad Hiso û endama Komîteya perwerdê ya jin a edaletê Nazlî Şêxo pêk hat.
Nazlî Şêxo panêl bi rê ve bir û dore beşa yekem a bi sernavê ” Rola jin di şoreşa cîhanî de ” ji hêla endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn û Şehba Necah Hisên ve hate birêvebirin. Necah diyar kir ku di destpêka jiyanê xwezayî de wekehevî hebû û wiha got: “Em dizanin ku di nava civaka xwezayî de wekheviyek hebû, lê belê bi demê re û bi pêşketina ku jiyan tê re derbas bû koletî derket. Her tim ji koletiyê jinê para xwe girtin. Di nava şoreşên ku li dar ketine de jî jinê nikarî bi rola xwe rabe, ji ber ku kole bûn.”
Her wiha beşa duyem a ji panelê bi sernavê ” Rola jin di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê û Şoreşa Rojava de ‘ ji hêla endama Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Suad Hiso ve hate birêvebirin.
Suad diyar kir ku şoreşa Rojava bû mînaka tevahî şoreşan û wiha got: “Bi saya bîrdoziya Tevgera Azadiya Kurdistanê û avakirina YPJ û YPG′ê û tevlîbûna keç û xortên me ya di nava Şoreşa Rojava de hişt ku rola jinê hîn bêhtir rengê jinê derxe.”
Di dawiyê de Suad diyar kir ku jinê ji destpêka Şoreşa Rojava vecihê xwe di tevahî cihan de girtin û ev yek ji bo jinan bû hêvî. Ev yek jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo bû. Bi durişma′ Jin, Jiyan, Azadî′ jin li hemberî desthildariyê rabû ser pêyan.
Her wiha nîqaş ji hêla jinên beşdar bûn ve hate kirin û nîqaşa wan ew bû ku çawa jin hatin kolekirin û çawa di nava şoreşên cîhanî de nekarî rol bilîstana, sedem çi bûn, her wiha di Şoreşa Rojava de jinê çawa rol lîst û gihiştiye kîjan astê û berxwedana xwe li hemberî zihniyeta desthildarî rizgar kir.
Di dawiyê de jî encamnameya panelê ya ji 5 xalan hate aşkerakirin:
1- Divê herêmên dagirkirî bên rizgarkirin û jinên hîn di bin sîwana dagirkirinê de ne bên rizgarkirin.
2- Divê Rêber Apo bi fîzîkî bê azadkirin.
3- Wê sosyalojiya azadiya Rêber Apo li tevahî navendan bê xwendin.
4- Divê tevahî jin dengê xwe bike yek û bi durişma ′Jin, Jiyan, Azadî′, li ser xaka Sûriyeyê bi yekbûyîn jiyan bikin.
5- Jinên ku, ji ber dewletên dîktaror, nikarîn bigihêjin armanca xwe, divê bi yekbûna jinan, tevahî jin bigihîjin armanca xwe.