ManşêtNûçe

Li ser rewşa li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêbertî li Parlamentoya Ewropayê Konferansek hate lidarxistin

Di Konferansê de hate diyar kirin ku tecrîda li îmraliyê binpêkirina peymanên navneteweyî ye û hate gotin: “Divê Abdullah Ocalan azad bibe.”

Komîsyona Welatiyên Tirkiyê ya Ewropayê (EUTCC) li Parlamentoya Ewropayê konferansa bi navê “Li Tirkiyê girtiyên siyasî: Rêya azadî û aştiyê ber bi ku ve diçe” li dar xist.

Konferans ji aliyê Parlamenterê PE’yê Giuliano Pisapia, endamê Koma Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan ve tê destekkirin.

Damezrînera India Billion Risingê Abha Bhaiya li ser navê piştgiriya jinan axivî û got:

“Em ji zext û zordariya li ser gelê Kurd ên alîgirê azadî û demokrasiyê ne, gelekî bi hêrs in.”

Abha Bhaiya bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ye û ev tişt anî ziman:

“Têkoşîna jinên Kurd, têkoşîna li dijî hevkarên kapîtalîst ye, lewma em piştgiyê vê yekê dikin.”

Wezîrê Karên Civakî yê berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero jî girtina Rêber Apo bi bîrxist û got :

“Em deyndarê Ocalan in, Îtalya mafê rûniştina siyasî daye lê vî mafê wî pêk ne anî.

Ji ber vê yekê divê Îtalya berpirsiyariya xwe bi cih bîne û li dijî şert û mercên tecrîdê tevbigere.”

Her wiha parêzvana Mafên Mirovan a Swîsreyê Elisabeth Decrey jî dazanîn ku ji bo pirsgirêkên Rojhilata navîn çareser bibe divê demlidest de Rêber Apo bê berdan û wiha axivî:

“Tecrîda li Îmraliyê êdî veguheriye pergala êşkenceyê.

Nayê qebûlkirin ku aktorê girîng ê çareseriya pirsgirêka Kurd Ocalan di bin tecrîdê de bê hiştin.

Ronahî

Back to top button